Êzidî Cejna Xidir Ilyas pîroz dikin

Êzidî li Kurdistan û cîhanê piştî rojiya 3 rojan Cejna Xidir Ilyas pîroz dikin.

Dîroka Cejna Xidir Ilyas vedigere derdora 4 hezar sal beriya zayînê. Kurdên Êzidî heya roja me ya îro pîroz dikin. Taybetmendiya vê cejnê ew e ku merasîm û amadekariyên vê cejnê ji yên din cudatir in.

Xidir Ilyas kesayetek destanî yê nemir e. Wekî xwedawendê çandinî û baranê tê naskirin û di pirsgirêk û belayan de gel bangî wî dikin. A balkêş ew e ku kesayeta Xidir Ilyas û dema pîrozkirinê bi çandiniyê ve girêdayî ye. Xidir ne navê kesayeteke diyar e, lê belê sifeteke pîroz e.

Ev cejn li cem êzidiyan pîroz e û li gorî salnameya rojhilatî, her sal di hefteya duyemîn a meha Sibatê de tê pîrozkirin. Ayînên cejnê yekşemê dest pê dikin. Êzidî roja yekşemê wek roja destpêka hefteyê dihesibînin. Her wiha bi "Roja Pakkirinê" tê binavkirin. Piştre êzidî sê rojan rojiyan digirin.

Rojî li hemûyan ferz nabe, tenê kesên navên Xidir û Ilyas li xwe kiriye, ji ber ku her du nav bi vê boneyê ve girêdayî ne.

Di cejnê de serjêkirina qurbanan û rijandina xwînê qedexe ye.

Amadekariyên cejnê ji şeva roja pêncşemê yan jî şeva çarşemê ve dest pê dikin. Êzidî "qelandok" dibirêjin û "nanê miriyan" belav dikin.

QELANDOK ÇI YE?

Êzidî hilberînên genim, ceh, nok, kuncî, garis, dendikên gulberojan (berberû) û nîsk bi “qelandok” bi nav dikin. Êzidî van hilberînan di şeva cejnê de dibirêjin. Piştre bi rêya destar dihêrin.

Êzidî beşek ji qelandok di şeva cejnê de datînin cem tiştên xwe yên pîroz li malê. Heya bidawîbûna cejnê li wir dimîne. Êzidî bawer dikin ku Xidir Ilyas şeva cejnê serdana malên wan dike û qelandok nîşan dike di nîşaneyekê de ku xêr wê para malbatê be.

Tiştên pîroz ên êzidiyan ji turek nexşekirî pêk tê. Êzidî tiştên xwe yên pîroz mîna "berat" dikin wê tûrikê û bi dîwara malê dixin. Divê ev tûrik li tevahiya malên êzidî hebin.

Di roja duyemîn de "Ardê Qelandok" bi dimsê re li hev dixin û "bêxwîn" amade dikin. Bêxwîn tê wateya ku xwarina ku bê xwîn tê amadekirin. Di nîşaneyekê de bêxwîn tenê ji danên çandiniyê çêdibe. Endamên malbatê ji bêxwînê dixwin û miqdarên din jî li cîranan têne belavkirin, ola wan çi dibe bila bibe.

Taybetmendiya cejnê li cem çîna ciwanan cuda ye. Li gorî baweriya êzidiyan divê kesên nezewicî cureyek taybet ji hevîr an jî nanek bi navê "qirsik" şeva cejnê amade bikin û beriya xewê bixwin.

Parçeyên biçûk û gelek şor amade dikin. Divê her ciwanek 3 pariyan beriya xewê bixwe. Li gorî baweriyê, ger di xewna xwe de bibînin ku keçek an jî xortek kasek av dide wî/wê ev tê wateya ku piştî demekê wê ji hev hez bikin û bizewicin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din