​​​​​​​Zeyneb Celaliyan di xeteriyê de ye, divê rêxistinên mirovî rewşa gitîgehan bişopînin

Evîn Cuma û Evîn Siwêd metirsiyên xwe yên derbarê rewşa tenduristî ya siyasetmedar Zeyneb Celaliyan anîn ziman û gotin: “Divê danûstandin li gorî qanûnên mafê mirovan bi girtiyan re pêk bê. Em bang li rêxistinên mirovan dikin ku rewşa girtîgehan bişopînin.”

Siyasetmedara Kurd Zeyneb Celaliyan di sala 1982’an de li bajarê Mako yê rojhilatê Kurdistanê hatiye dine.

Zeyneb Celaliyan li hember tevahî siyasetên dewleta Îranê yên derexlaqî û dermirovî li dijî nasnameya jina Kurd û gelê Kurd,  hêla dewleta Îranê ve sekini. Ji welatê xwe hez dikir, ji bo doza gelê Kurd li ber xwe da û diruşmeya (Berxwedan, berxwedan dîsa jî berxwedan) bingeh girt.

Di 2008’an de istîxbarata desthilatdariya Îranê bi tewana “terorê” siyasetmedar Zeyneb Celaliyan girt, her wiha di 2009’an de hikumê bidarvekirinê lê hat birîn. Lê bi destwerdana rêxistinên mafên mirovan cezaya wê ji darvekirinê bû muwebet û tevî karên zehmet. Her wiha cezayê hucreyê lê birîn û nehiştin malbat wê bibîne.

Ji ber îşkenceyê nexweşiyên cur bi cûr bi Zeyneb re çêbûn. Her wiha di 20’ê Hezîranê de piştî ku di 21’ê Gulanê ji girtîgeha Xoy a li parêzgeha Urmiyê ber bi girtîgeha Qaraçak a li nêzî Tehranê ve birin, bi Koronavîrusê ket.

Ji ber wê Zeyneb Celaliyan dest bi greva birçîbûnê kir. Ev 11 rojin di greve de ye.  Her wiha ji ber neparastina mafên wê, girtiyên din jî ketin greve. Yek ji wan jî parêzer Suheyla Hîcab e.

Berdevka Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Evîn Siwêd û endama rêveber a Rêxistina Mafê Mirovan a herêma Cizîrê Evîn Cuma bal kişandin ser sûcên desthilatdariya Îranê ku li dijî siyasetmedaran, bi taybet jinan dide meşandin.

Evîn Siwêd diyar kir ku dîrokê gelek sûcên li dijî jinan tomar kirine.

Evîn Siwêde li ser berxwedan û têkoşîna gelê Kurd û jinan, sûcên rejîmên dîktator axivî û wiha got: "Rojane li Kurdistanê bi şêweyekî hovane asta sûcan bilind dibe. Elbet li beramberî sûcan berxwedan jî zêde dibe. Piştî şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê dengê gelan, bi taybet jî dengê jinan gihişt raya giştî ya cîhanê. Rejîmên dîktator jinan hedef digirin. Sedem jî ew e ku jin bûne sembola şoreşa Rojava û xwişk û biratiya gelan. Her wiha rastiya jina pêşeng di aliyên siyasî, dîplomatîk û leşkerî de eşkere kir. Ev êriş bi hedefa şikandina vîna jina azad, tunekirina wê û bêdengîkirina wê ne. Nimûneya wê jî siyasetmedar Hevrîn Xelef ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker ew hedef girtin. Her wiha li Serêkaniyê dayika Eqîde û di vê dawiyê de 3 jinên siyasetmedar li Kobanê hatin hedefgirtin.”

Evîn Siwêd helwestên wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê li hember jina azad û têkoşer bi bîr xist û got: “Rêjeya fermandarên jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji sedî 60 e, her wiha rejîmên dîktator baş dizanin ku jin rêxistin û avakera bingehîn a malbat û civakê ye."

‘ARMANCA ÎRANÊ ŞIKANDINA VÎN Û BERXWEDANA ZEYNEB CELALIYAN E’

Evîn Siwêd axaftina xwe wiha domand: “Piştî belavbûna Koronavîrûsê tevî bangên NY’yê yên ji bo serbestberdana girtiyên siyasî yên li girtîgehên Îranê, lê rejîma Îranê tenê yên bi tewanên cinayetê berdan. Yên siyasî ku bang demokrasî, edalet û azadiya gelan dikin, mîna Zeyneb Celaliyan bernedan.”

Evîn Siwêd mertirsiyên xwe yên li ser jiyana siyasetmedar Zeyneb Celaliyan, bi taybet piştî greva birçîbûnê diyar kir. Evîn got: “Pêşkêşnekirina dermanan bidawîkirina jiyana wê ye.”

Berxwedana jinên Kurd ji bo dewletên dagirkerên xaka Kurdistanê metirsiyek e, ji lew re hewl didin bi her awayî fişarê li jinên têkoşer û azadîxwaz bikin.

Evîn Siwêd di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Em parçeyek ji berxwedan û têkoşînê ne, Kongreya Star xwe wek xelekek a bê berxwedanê dibîne. Em hewl didin dengê xwe bigihînin tevahî sazî û rêxistinên mirovî, da ku helwesteke cidî li hember sûcên desthilatdarên Îranê bistînin."

‘JIYANA ZEYNEB CELALIYAN DI XETERIYÊ DE YE’

Endama rêveber a Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê Evîn Cuma jî diyar kir ku rejîma Îranê rewşa tendursitî ya Zeyneb di ber çavan re derbas nekir û wiha pêde çû: “Li gorî rêgezên mafên mirovan diviyabû girtiyên nexweş ên ku xeterî li ser jiyana wan hene bihatibana dermankirin. Li gorî peymana rêxistina mafên mirovan a siyasî, aborî, civakî, çandî û tenduristî ya NY’yê, mafên her girtiyekiye ku rewşeke bitendurist bijî. Ji ber girtî nikare parastina xwe bi xwe bike. Lê belê em di piranî girtîgehan de, bi taybet jî girtîgehên Îranê li gorî van rêgez û peymanan tev nagerin. Nîşaneya vê jî rewşa siyasetmedar Zeyneb Celaliyan e.”

Evîn Cuma bang kir ku divê mafên girtiya siyasî û hiqûqnas Zeyneb Celaliyan bên parastin û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Divê rewşa wê ya tenduristî ji malbat û cîhanê re bê eşkerekirin. Bi rêya rêxistinên mafên mirovan dengê Zeyneb Celaliyan bigihînin raya giştî ya cîhanê û rewşa girtîgehan bişopînin. Em bêdengiya navneteweyî ya derbarê sûcên rejîma Îranê li dijî girtiyan rexne dikin. Rejîma Îranê li gorî mafên mirovan naçe, gelo dê çawa mafên girtiyan biparêze?"

(fr)

ANHA


Mijarên Din