Zelîxa Ebdî: Divê hemû jin li pêşiya gefxwarinên Tirkiyê rabin serhildanan

Endama rêveberiya di Rêveberiya Jin a Reqayê û endama komîteya amadekar a çalakiyên hemleyê ku jinên herêmên rizgarî destpêkirin Zelîxa Ebdî teqez kir ku hemleyê rastî pêwazîkirina jinên herêmên rizgarkirî hatin û diyar kir ku ew hewl didi hemleyê berfireh bikin.

Piştî gefxwarinên Tirkiyê ku dê êrîşan ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike, jinên herêmên Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê rabûn serhildanê û di 23`ê Tîrmehê hemleyek bi dirûşmeya "Em yek bûn biser ketin, em ê liber xwe bidin da ku biparêzin, na ji dagirkeriya Tirkiyê re" destpê kirin û dest bi gelek çalakiyan kirin.

Komîteya amadekar ji 20 jinan ava kirin, da ku mekanîzmeya  hemleyê diyar bikin, endama rêveberiyê di Rêveberiya Jin a Reqa û endama komîteya amadekar a çalakiyên hemleyê Zelîxa Ebdî axivî.

Zelîxa Ebdî di destpêka axaftina xwe de behsa girîngiya hemleyê kir û wiha got: "Jin qûrbana yekem bû di demên dagirkeriya çeteyan ji herêmên me re, ji bo tiştê me dît dûbare nebe, me dît pir girîng e wek jinên herêmên rizgarkirî yekbûna jinan çêbikin û ji gefxwerinên Tirkiyê re bibin bersiv."

Zelîxa diyar kir ku di hemleyê de çalakiyên cur be cur hene, ji meş û dayîna daxuyaniyên şermezarkirina gefxwarinên Tirkiyê û piştgiriya hêzên jin di Hêzên Ewlekariya Hundirîn ser bendên kontrolê û piştgiriya konê çalakiyê yên li Kobanê û Girê Spî.

Der barê rêjeya beşdarbûna jinan di hemleyê de, Zelîxe wiha got: "Jinên ji hemû pêkhateyan li herêmên Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrazorê û taybet mamoste û rêveberiyên jin, komîn, meclisên giştî û rêveber a Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, beşdarî hemleyê bûn."

Der barê çalakiyên pêşerojê yên hemleyê Zelîxa Ebdî wiha got: "Em wek jin em ê li eniyên pêş bin eger bê xwestin û êrîşên ser herêmên me de werin, em niha hewl dide hemleyê berfireh bikin, em ê konê çalakiyê il herêmên rizgarkirî deyînin, dê kon 2 rojan dewam bike û dê şandeyên jin ji hemû herêman li Reqa, Tebqa, Minbic û Dêroazêr bêne pêşwazîkirin."

Her wiha dê jin rêzecivînan lidar bixin û rewşa heyî ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijî nîqaş û şîrove bike, her wiha rola jinan di parastina xwe ji gefxwarin Tirkiyê, ji ciwanan, jinên li taxan û komînan û komxebata jinên ji eşîrên herêmê lidar bixin.

Di dawiya axaftina xwe de Zelîxe Ebdî bang li hemû jinan kir ku beşdar hemleyê bibin û li pêşiya gefxwarinên Tirkiyê rabin serhildanan.

(jo)

ANHA


Mijarên Din