​​​​​​​Zelal Ceger: Dewleta ku parçekirinê çêdike ji aliyê gel ve nayê qebûlkirin

Hevseroka TEV-DEM`ê Zelal Ceger diyar kir ku dewletên ku parçekirinê çêdikin ji aliyê gelan ve nayên qebûlkirin û da zanîn ku şerê cîhanê yê sêyemîn li ser bazirganiyê ye.

Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê duh di bin dirûşmeya “Asoyên çareseriya siyasî li Rojava û Sûriyê” semînerek organîze kir. Semîner ji aliyê Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Zelal Ceger ve hate birêvebirin.

Semîner li baxçeyê xwendinê ya bajarê Qamişlo bi amadebûna endamên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl hate lidarxistin.

Zelal Ceger da zanîn ku êrişa ku li ser Rojhilata Navîn tê kirin ne tenê Kurdan hedef digire, hemû gelan dike hedefa xwe û di sedsala 20`an de hewldan ji bo qirkirina gelan li Rojhilata Navîn hatin kirin.

 

Zelal diyar kir ku dema mirov ji bo avakirina pêşerojê xebatê bide meşandin, pêwîstî binaskirina mirov bi dîroka derbasbûyî heye û wiha domand: “Dema buhara gelan li Rojhilata Navîn dest pê kir, gel li dijî desthildariya dewleta helwesta xwe da nîşan dan, ji ber ku dewleta dîktator a ku parçebûyîn di nava gelan de çêdike, ji aliyê gel ve nayê qebûlkirin.”

`ŞERÊ CÎHANÊ YÊ SÊYEMÎN ŞERÊ BAZIRGANIYÊ YE`

Zelal destnîşan kir ku şerê cîhanê yê sêyemîn a ku li Rojhilata Navîn tê meşandin, şerê bazirganiyê ye û wiha domand: “Şerê bazirganî ne wek şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn e, di şerê cîhanê sêyemîn de hejmara kuştina mirovan kêmtir e, lê zirardayîn wê ji civakan re hîn xerabtire."

`NAVENDA ŞERÊ CÎHANÊ YÊ SÊYEMÎN LI CEM E YE`

Zelal Ceger got: “Dewletên ku îro di herêma me de dimînin zêdetirî 70`ê dewletî ne, her kes bi şêwazekî hatiye. Ên ku hêzên xwe yê leşkerî derbas kiriye, komîteyên xwe yên dîplomatîk anîne û yên ku rêxistinên xwe yê ji bo alîkariyan aniye. Her kes dixwaze sûdê bigire ji ber ku navenda şerê cîhanê yê sêyemîn li cem me ye. Li hemberî vê yekê me karîbû xwe li ser piyan bihêlin, hêzên xwe yê leşkerî ava bikin û xwe birêvebirin.”

Zelal Ceger bal kişand ser pêdîtinên rêber Abdullah Ocalan û got: “Di sala 2014`an rêber Apo di peyama xwe de got `Gerek gelê me heta sala 2025`an xwe ji her tiştî re amade bike`, pêşdîtinên rêber Apo ji bo me gelekî girîng in, ji ber vê yekê rê nadin ku hevdîtin bi Ocana re were kirin. Ne tenê Kurd, lê cîhan li pêşdîtinên Ocalan guhdar dike.”

(sb)

ANHA


Mijarên Din