Zêdeyî 30 rêxistinên hiqûqî bang li NY‘yê kirin

Zêdetirî 30 rêxistin, komîteyên hiqûqî û mirovî bang li sekreterê giştî yê NY û serokatiya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kirin ku li hemberî gefên Tirkiyê yên dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê erkên xwe yên exlaqî bi cih bînin.

31 rêxistinên hiqûqa mafên Mirovan bang li NY‘yê kirin ku li hemberî her êrîşeke pêkane ji aliyê Tirkiyê  ku dê rê li pêşiya keraseteke mirovî der heqê 5 milyon insanî veke erkên xwe yên mirovî pêk bînin.

Nameya rêxistinan wiha ye:

"Bangewazî

Sekreterê giştî yê NY`yê Birêz Antonio Guterres

Seroka Komisyona Ewropayê birêz Ursula von Derline

Serokatiya Konseya Ewlekariyê ya NY‘yê

Ji saetên pişt biryara Amerîkayê ya vekişandina hêzên leşkerî ji hinek nuqteyên li ser sînorên bi Tirkiyê re, atmosferek ji tirsê li herêmên bakur rojhilatê Sûriyê çêbûye.  Ev li gel bilindkirina Tirkiyê asta gefên xwe ji bo dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê. Derdora 5 milyon sûrî ji nijad û baweriyê cuda ji Kurd, Ereb, Suryan, Kildan, Asûr, Çerkez û Ermen di nav wê herêmê de ne. Gefa Tirkiyê di radeya yekemîn de guhertina demografiya herêmê û amadekirina zemîna şerên nijadî di pêşerojê de bi navbera pêkhateyên herêmê de dike hedef. Ew jî dê pirsgirêka Sûriyê girêktir û kûrtir bike û hewldanên navdewletî ji bo vedîtina çareseriyek aştiyane asteng dike.

Êrîşa leşkerî ya ku tê payîn pêk were dê encamên wê trajedîk bin. Bi milyonan kes dê ji wan herêmên ewle koçber bibin. Ev tê wateya ku dê bibin barek li ser NY û Yekitiya Ewropayê. Ev hemû ji bilî xeteriyên êrîşa Tirkiyê li ser çaranûsa bi hezaran ji çeteyên DAIŞ`ê yên li cem Hêzên Sûriye Demokratîk girtî ne. Ev çete wek bombeyên ber bi teqînê ve û ewlehiya cîhanê tehdîd dikin.

Li ser wê bawerbariya bi NY`yê îro di xeteriyê de ye. Eger nelive û rêz ji peymana xwe negire. Tirkiyê bi êrîşên xwe vê peymanê binpê dike. Ev tişt ji civaka navdewletî û cîhana azad re derbesdar e. Hemû li pêşberî ezmûna exlaqî ne ji bo ku erkên xwe yên exlaqî li hember hêz û gelên herêmê yên ku şerê rêxistina terorîst li şûna cîhanê kiriye bînin cih. Ji bo wê jî bi hezaran şehîd dane. Ji ber wê pêwîste werin parastin û rê li hember Tirkiyê bên girtin ji bo ku êrîş neke.

Wek rêxistinên hiqûqî, sivîl sûrî ku li jêr îmze kirine, em bang li we dikin ku bi erkên xwe yên exlaqî û qanûnî li hember gelê herêmê rabin. Bi lez bilivin ji bo ku zextê li Tirkiyê bikin da ku êrîşî bakurê Sûriyê neke, da ku bûyerên ku mîna li Efrînê hatine kirin dûbare nebin.

Sazî û rêxistinên ku peyam îmze kirin ev in:

1-Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê

2-Navenda Şam a Lêkolînên Demokratîk û Mafên Mirovan

3-Desteya Qanûnî ya Kurdî

4-Komeleya Parastina Gelên Di bin gefan de- Almanya

5-Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyê (Maf)

6-Komeleya Parastina Mafên Mirovan li Avusturyayê

7-Rêxistina Mafên Mirovan (Maf)

8-Navenda Sûriyê ya Civaka Sivîl û Lêkolînên Mafên Mirovan

9-Komîteya Kurdî ya Mafên Mirovan li Sûriyê (Rewangeh)

10- Rêxistina Mehabad a Mafên Mirovan

11-Rêxistina Kurdî ya MAfên Mirovan li Sûriyê (DAD)

12-Navenda Belgekirina Binpêkirinên li Bakurê Sûriyê

13-Saziya Êzidiyan a Belgekirina Binpêkirinan.

14-Komeleya Hêvî ya Kurdî li Belçîka

15-Rêxistina Aştiyê ya Mafên Mirovan li Cinêvê

16-Saziya Êzidiyan

17-Navenda Edaletê ya Mafên Mirovan

18-Komxebata Ji Bo Efrînê

19-Rêxitina Kurdên Bê Sînor

20-Rêxistina Cizîrê ya Geşkirinê

21-Rêxistina Roj a Geşkirina Mirovaniyê

22-Rêxistina Mafên Mirovan li Cizîrê

23-Rêxistina Mafên Mirovan a Firatê

24-Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê

25-Rêxistina Niştimanî ya Mafên Mirovan a Sûriyê

26-Meclisa Jinên Sûriyê

27-Rêxistina Hîtma ya Pêşxistina Çandî û Civakî

28-Rêxistina Şems a Geşkirin û Pêşxistin

29-Navenda Aştî û Azadiya Civaka Sivîl û Mafên Mirovan.

30-Toreya Jinên Demokratîk

31-Rêxistina Sara ya Têkoşîna Li Dijî Şideta li Ser Jinan

(şx)


Mijarên Din