Zêdetirî hezar kesî li Îsraîlê û 306 kes li Filistînê bi Koronavîrusê ketin

Îsraîlê ragihand ku di 24 saetên dawîn de, hezar û 57 kesên din bi Koronavîrusê (Covid-19) ketin, her wiha Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê jî hejmara 306 kesên li herêma Difa El-Xerbiya ya rojava bi Koronavîrusê ketine, tomar kirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê di daxuyaniya rojane de diyar kir ku hejmara kesên bi Koronavîrusê ketine ji destpêka belavbûna nexweşiyê ve gihaşt 31 hezar û 186’an, jê jî rewşa 12 hezar û 717 kesan ne baş e û 18 hezar û 131 kes baş bûne.

Wezaretê da zanîn ku 89 kes rewşa wan xirab e, hejmara miriyan jî ji destpêka belavbûna nexweşiyê ve gihaşt 338’an.

Di heman derbarê de Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê îro daxuyand ku hejmara 306 kesên din ku bi Koronavîrusê ketine, tomar kirin ku niha hejmar gihaşt 4 hezar û 402’yan û 22 kesan jî jiyana xwe ji dest da.

Wezaretê diyar kir ku 23 kes di odeyên lênihêrînê de ne û 3 kes li parêzgeha Nabuls ji nexweşiyê baş bûne, ku bi wê re jî heta niha 668 kes baş bûne.


Mijarên Din