Jin karên destan wekî behreyekê bi kar tînin û bi pisporî kar dikin.
Hin jinan karên destan û mîrateyan kirin jêdera debara xwe û hem jî wekî behreyekê bi kar anîn, ji van jinan;jina bi navê Fatima Mihmed(50) ye.
Fatima diya zarokekî ye û temenê wî(8) sal e, Fatima ji 15 saliya xwe ve ji diya fêrî çêkirina rîz bûye û niha jî bi pisporî kar dike.
Hevserê Fatima beriya 5 salan koç kir û da ku zarokên xwe xwedî bike, dest bi çêkirina rîz kir, lewma Fatima hem dê ye û hem bav e.
Fatima gelek teşeyên çêkirina rîz dizane û her mehê herî kêm deh parçeyan çêdike, an ku mehane nêzî 50 hezar lîreya Sûriyê werdigire.
Fatima ji bo çêkirina rîz du sîxan bi kar tîne û her parçeyek 2 rojan pê re dirêj dike.Fatima ji bo parçeyên mezin 5 hezar û ji bo parçeyên piçûk jî 2500 lîreya Sûriyê werdigire.
Karê Fatima li bajarê Minbicê bi nav û denge û meqseda gelek jinên bajêr e.
Fatima têkildarî karê xwe wiha tîne ziman, di demsala zivistanê de karê min zêdetir tê firotin, ji ber cilên bazarê zêde bûne û yên rîz hem germ in û hem jî ser destan têne çêkirin.
(eh)
ANHA