Zarokên Serêkaniyê yên ku beşdarî xwepêşandanê bûne, bêriya dibistanên xwe kirine

Bi malbatên xwe re tev li xwepêşandanê dibin û di seatên valahiyên xwe de stranan dibêjin û bêrîkirina xwe ji dibistanên xwe re yên ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker hiştine, tînin ziman.

Di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyê yên 9`ê Cotmehê de, bi hezaran şêniyên Serêkaniyê û Girê Spî ji ber êrişên bêserûber ên bi balafir û tangan, neçar man ji malên xwe bi der bikevin û berê xwe bidin herêmên ewle.

Koçberên ji Serêkaniyê berê xwe da bajarê Hesekê.  Şêniyan ji bo şermezarkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker, di 28’ê Cotmehê de konê çalakiyê li parka Arî ya bajarê Qamişlo li pêşiya Komseriya Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî(NY) vedan. Çalakiya xwepêşandanê dikeve roja xwe ya 10’an.

Bi dehan zarok tevî malbatên xwe rojane berê xwe didin konê çalakiyê û di seat 11:00’an de êlekên spî ku li ser nivîsên "Serêkaniyê dîrok e", "na ji qirkirinê re" û "na ji dewleta Tirk a dagirker re" hene, li xwe dikin.

Piştî xwepêşandan bi dawî dibe, zarok li parka Arî yan jî li derdora cihê konê çalakiyê belav dibin û dest bi stranan  dikin. Lê tevî wê jî nîşaneyên xemgîniyê li ser ruyê wan xuya dikin.

 Di wan kombûnên xwe yên biçûk de, zarok stranên ku hestên wan ên bêrîkirinê ji mal, dibistanên wan û zimanê kurdî re hene, distêrin.

 ANHA


Mijarên Din