Zarokên şehîdan daxwaza parastina zarokan ji alava kuştinê ya Tirkiyê kir

Zarok û birayên şehîdan daxuyaniyek li Goristana Şehîdan a bajarê Minbicê da û sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin, her wiha daxwaza parastina zarokan ji amûra kuştinê ya Tirkiyê kir.

Bi dehan şêniyên şehîdan li qada Goristana Şehîdan a bajarê Minbicê kom bûn û piştevaniya xwe bi zarokên ku dewleta Tirk a dagirker wan dike hedef re nîşan da, her wiha jî wêneyên şehîdan û alên Meclisa Malbatên Şehîdan hildan.

Kurê şehîd Ebû Emced, Emced Hemdiyê daxuyanî xwend û wiha got:

"Em zarok û birayên şehîdan ji vê cihê pîroz a ku goristana Şehîdan e bang li Meclisa Ewlehiyê, YE’yê û dewletên Ereb û nameya xwe ji zarokên li kampan re dişînin û ji wan re dibêjin ku êş û azarên me yek in û tu ferq û cudatî li gel me di navbera zivistan û havînê de ji aliyên cih û cilan de nîn e.

Her rojê zarokek ji birçîna re dimire, yek bi yek, li benda rêxistinên mirovî ne da ku birçîbûna mirovan ji xwarin û vexwarinê û derman dabîn bike. Birçîbûn, tirs û acizbûn rojane me dikuje. Rojên ji birçîbûn û têhnbûnê xirabtir me dîtin û tu şev bi kêfxweşî di ser me re derbas nebûn.

Min bîriya heval û lîstokên xwe kiriye, bîriya dibistan û mamosteyên xwe kiriye, bîriya pirtûk û helbestên xwe kiriye, çi sûcê me zarokan e ku em bibin qûrbanê vî şerî, çi sûcê zarokatiya me ye ku em nejîn. Ji dewletên Ewropa re dibêjin kanî mafên zarokan ku her sal pê pîroz dikin, em her roj di komkujî û azaran de derbas dibin û dijîn. Va ye komkujiya Şehba, Til Rifet, Serêkaniyê, Idlib û herêmên din ên Sûriyê ku di qurbana wê de 9 zarokên Til Rifetê çûn û bi hezaran zarokên li herêmên şer jî.

Hûn behsa kîjan mafan dikin, ku em zarokên pêşerojê, zarokên xwe dikin qurban. Zarokên şehîdan ji bav û dayîkên wan zarokan re dibêjin; em zarokên we ne.

Daxuyanî bi dirûşmên silavkirina şehîdan û şermezarkirina komkujiyên ku dewleta

Tirk a dagirker li dijî zarokan pêk tînin, bi dawî bû.

(jo)

ANHA


Mijarên Din