Zarokên ku ji komkujiya Til Rifatê xelas bûn: Ma me çi kiriye, hevalên me dikujin?

"Ma em terrorist in? Me çi kiriye heta ku me topbaran bikin û hevalên me bikujin, em ji ber topbaranê ji Efrînê derketin û niha jî dîsa me topbaran dikin. Em dixwazin bi aştî û aramî bijîn." Zarokên ku di komkujiya dewleta Tirk a li Til Rifat de birîndar bûne, bi van gotinan hêrs û berteka xwe nîşan didin.

Dewleta Tirk a dagirker duh li dijî zarokên li navçeya Til Rifat a kantona Şehbayê komkujiyek pêk anî. Di encama wê de 10 sivîl ku piraniya wan zarok in, şehîd bûn û 12 jî birîndar bûn. Rewşa birîndaran ne baş e û endamên (organ) laşê xwe winda kirin.

Ev komkujî kete nave rêzekomkujiyên ku dewleta Tirk li dijî gelê Sûriyê pêk tîne. Vê carê yekser zarokên ku dilîstin, bûn hedef û top bi ser wan de bariyan.

Cenazeyên şehîd û birîndaran li Nexweşxaneya Avrîn in. Zarokên birîndar û malbatên wan ji ajansa me re axivîn.

‘KURÊ MIN KUŞTIN‘

Esmehan Hesen dayika zarokê bi navê Arif Mihemed (6) ku di encama topbarana artêşa Tirk a li ser Til Rifatê de şehîd bû û zarokê bi navê Ehmed Mihemed ku birîndar bû, wiha axivî: "Ez li malê bûm. Zarokên min li kolanê dilîstin. Dema min dengê teqînan li nêzî malê bihîst, ez bilez derketim kolanê. Min qîr kir zarokên xwe. Di destpêkê de min tu tişt nedît. Ji ber dûmaneke reş li kolanê hebû."

Esmehan di berdewama gotina xwe de got: "Ez nêzî cihê topbaranê bûm. Min dît cenazeyê kurê min li erdê ye. Min xwe negirt. Min qîr kir “Kurê min kuştin, kurê min çû”. Ez bi lez ber bi kurê xwe yê din ve çûm. Min dît cilê wî tev xwîn in. Ew bi parçeyan birîndar bûye. Lê ew sax e."

Esmehan got: "Bes e kuştin, bes e hilweşandin û rûxandin, em dixwazin bi aramî û ewlehî bijîn."

Zarokê bi navê Mihemed Kêfo yê di encama topbaranê de birîndar bûye, destnîşan kir ku dema wan dilîst hatin topbarankirin û ev tişt anî ziman: "Me ji xwe re dilîst. Min dengê teqînan bihîst lê paşê min tu tişt nedît. Min çavên xwe vekirin û min dît ez li nexweşxaneyê me."

 ‘MA ME ÇI KIRIYE HETA KU ME TOPBARAN DIKIN!’

Zarokê bi navê Henîf Hemo ku di komkujiyê de birîndar bûye ev titş bilêv kir:"Em li Efrînê hatin topbarankirin. Em ji malên xwe derketin û hatin vê derê. Li vê derê jî me topbaran dikin. Ma em terorîst in. Me çi kiriye ku em werin topbarankirin.? Ji ber topbaranê hevalekî min şehîd bû. Ma çi ji me dixwazin.?"

 ‘REWŞA PIRANIYA BIRÎNDARAN XETERNAK E’

Yek ji rêveberên nexweşxaneya Afrîn Îbrahîm Heftaro got nexweşxaneyê birîndar û şehîdên sivîl hemû pêşwazî kir û wiha pê de çû: "Bi rastî rewşa tevahî birîndaran xeternak e. Navçe bi awayekî dijwar û zêde hat topbarankirin. Ji ber wê jî hejmara birîndar û şehîdên sivîl zêde bûn."

Heftaro diyar kir ku wan zarokên şehîd û birîndar pêşwazî kirin û ev tişt got:"Piraniya birîndaran zarok in. Em tekane nexweşxane li herêmê ne. Gelek kêmasî di alav û dermanan de hene. Ji ber wê me li ser birîndaran ditirsin ku rewşa wan xetertir bibe."

Di dawiyê de Heftaro bang li rêxistinên navdewletî yên peywendîdar kir ku di zûtirîn dem de destekê bide wan da ku karibin erka xwe li beramberî birîndaran pêk bînin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din