Zarokên Helebê: Pêşeroja me nekujin..

Bi hezaran zarokên bajarê Helebê topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şermezar kirin û qetilkirina zarokan a li ser destên dagirkeriyê, red kirin.

Bi hezaran zarokên bajarê Helebê li pêşiya dibistana Şehîd Alan Mihemed a rojhilatê taxa Şêxmeqsûd kom bûn. Beşdaran wêneyên zarokên ku di êrîşên dagirkeriya Tir k a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Efrînê şehîd bûne de, hilgirtibûn û pankarên wek `` Jiyan mafê me ye``, ``Pêşeroja Me nekujin``, Pêkenîna me nekujin`` , hilgirtibûn.

Xwepêşandan ji pêşiya dibistanê destpê kir, di nava durişm û siloganên ku berxwedana şêniyan silav dikin, di kolanên take re meşiyan.

Xwepêşandêr li qada 19 Şehîdan a taxê, li pêşiya kona piştgirtîkirina berxwedana şêniyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya di roja heftemîn de, sekinîn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, zaroka binavê Barîn Şêxo û zarokê binavê Selah Caafer, axivîn û

tawanên ku bi destên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê derheqê zarokan de tên pêkanîn red kirin.

Zarokan bang li Rêxistinên hiquqî kirin ku mafê zaroka biparêzin û nehêlin şer rû bidin.

Xwepêşanda bi durişmên berzkirina nerxên şehîdan û silavkirina berxwedana şêniyan, biu dawî bû.

(rr)

ANHA


Mijarên Din