Zarokên Girê Spî banga mafên xwe dikin

Zarokên bajarê Girê Spî ya dagirkirî li dijî rewşa jiyanî ya xirab çalakiyek li dar xist û banga mafên xwe kirin.

Li herêmên Sûriyê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de rewşa jiyanî xirab e û pêwîstiyên sereke yên jiyanî peyda nabin.

Li gorî agahiyan, zarokên bajarê Girê Spî ya di bin dagirkeriya rejîma dewleta Tirk û çeteyên wê de ji ber rewşa jiyanî ya xirab û bêmafiyê duh çalakiyek li dar xistin.

Zarokan pankartên wekî "Em bi ku ve biçin zulm û zor heye", "Di rojiya Remezanê de em bê av û xwarin in" û "Em mafên xwe dixwazin"vekirin.

Zarokan bi şîara "Ev du mehin em bê av in, meclis hûn kanîn?" meclisa xwecihî ya ku dagirkeran ava kirine kirine muxabet girt.

ANHA


Mijarên Din