Zarokên Efrînê êşên xwe xêz kirin

Ajansa Rûmaf bi koordîneya Yekitiya Rewşenbîran a Herêm Efrînê çalakiya xêzkirina tabloya herî mezin bi tevlibûna zarokên kampa Serdemê ya kantona Şehbayê bi navnîşan `Mohrên êşê` û `Ji mafên min e ez bijîm` orgenîze kir.

Ajansa Rûmaf bi koordîneya Yekitiya Rewşebîran a Herêma Efrînê ji zêdetirî hefteyekê ve amadekariya çalakiyê, ji rengan û amûrên xêzkirinê yên ku bi şiqinên darên zeytunê hatina xemilandin kiribû.

Tiliyên zarokên Efrînê yên ku neçar man ji warên xwe derkevin, tabloya herî mezin girêdayî bîranîn û terajediya xwe  di topbarana artêşa Tirk a dagirker de xêz kirin.

Berpirsên çalakiyê armanc dikin ku zêdetirî 2 hezar zarok mijarên cuda li ser caweke bi dirêjahiya 500 û firehiyia 160 cm bûyerên ku bûne şahidê bi taybet di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de li Efrînê yên ku 58 rojan dom kiriye xêz bikim.

2 hezar zarokên herêma Efrînê ji pêkhateyên cûda û temanên ji 6 heya 12 saliyêde  tevî mamosteyên xwe li Kampa Serdemê ya girêdayî navçeya Ehdasê a kantona Şehbayê kom bûn û tev li çalakiyê bûn.

Kamp bi wêneyên Alan Kurdî ên di deryayê de xeniqî, amûrên xêzkirinê bi şiqinên zeytûnê hatiye xemilandin.

Piştî deqeya rêzgirtin endama rêveber a ajansa Rûmaf a ji pêkhateya Ereb Nede El-Hisên bi xêrhatina beşdaran kir û destnîşan kir ku armanca wan ji çalakiyê ew e ku êşên şêniyên Efrînê dûrî siyastê belge bikin.

Piştre zarokan wêneyên cuda girêdayî rewşa xwe di êrîşa Tirkiyê de li ser Efrînê xêz kirin.

Çalakî di heman demê de bi boneya salvegera 5‘emîn a xeniqanina zarok Alan Kurdî yê ji Kobanê di beravên deryayê de hate organîzekirin.

Piştî xêzkirina tabloyê koma ixtiyaran a girêdayî Desteya Çand û Hunerê xelekên dîlanên folklora Efrînê gerandin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din