Zarokên Efrînê kulîlkên reş dan leşkerên Rûsyayê

Bi hezaran xwendekarên herêma Efrînê yên li kantona Şehbayê komkujiya 2’yê Kanûnê ku artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Til Rifetê li dijî zarokên Efrînê yên koçberî ên li navçeya Til Rifetê pêk aniye, şermezar kir û bi armanca şermezarkirinê kulîlkên reş dan leşkerên Rûsyayê. 

Îro xwendekarên kantonên Şehba û Efrînê meşek li pêş baregeha Rûsyayê ya li gundê Wehşiyê yê navçeya Fafînê li dar xist û ku baxek ji kulîlkên reş ji bo bersivdana li ser komkujiya Til Rifetê û bêdengiya navdewletî der barê sûcên dagirkeriyê de, pêşkêş bikin.

Xwendekaran li pêş Kampa Berxwedan dest bi meşê kir û ber bi rêya sereke ve tevî hildana wêneyên şehîdên komkujiya Til Reftê di nava dirûşmên silavkirina Berxwedana Serdemê û şermezarkirina êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker de, ketin rê.

Li pêş baregeha hêzên Rûsyayê ya li gundê Wehşiyê sekinîn û deqeyeke rêz girt. Piştre daxuyanî bi zimanên kurdî û erebî ji hêla xwendekar Zêneb Lolo û Şehma Reşîd ve hatin xwendin.

Daxuyaniya zarokên herêma Efrînê wiha ye:

"Em zarokên Efrînê, ji gund, bajar û welatê xwe koçber bûn. Cihên lîstokên me, dibistanên me hatin bombebarankirin û ji hatin dagirkirin û xewnên me têk birin. Ji dema ku me çavên xwe li vê cîhanê vekirine, her tim tên bombebarankirin û dengê balafir û guleyan li derdorê heye û li her cihê jî xwîn heye.

Em niha di rewşên xerîbiyê de di nava nepeydakirina hêmanên jiyanê de, dijîn. Şer û çewisandina heyîna me, xewnên me û zanebûna me dikin. Her tiştî girêdayî me dikujin û li rexê jî kuştina me bê guneh, rewa dikin.

Bana li tevahî bav û dayikên zarokên li cîhanê, saziyê mirovî û hiqûqên zarokan dikin ku guh bidin dengên azar û birînên me û pişta xwe nedin êşên me. Her wiha jî rewşa me ya biêş dema ku zarokên Efrînê tên kuştin, binasin. Ev zarok jî parçeyek ji zarokên cîhanê ne û banga cezakirina sûcdar dikin? Ku destên xwe deynin li ser wijdanê mirovahiyê.

Bang li dewleta Rûsya û rejîma Sûriyê dikin ku li hember zarokan berpirsyariya xwe hilgirin. Ma em li ser xaka ku ew dibêjin di bin serweriya me de ye. Lê çawa zarok li ser xaka xwe tên kuştin? Kî kujer e? Ji lew re ji we daxwaz dikin ku helwesteke cidî der barê rûdanên li ser zarokên Efrînê pêk bînin û biparêzên. Da ku zarok di nav ewlehî û aramiyê de bijîn."

Piştre xwendekaran baxek ji kulîlkên reş radestî hêzên Rûsyayê kir ku bersivekê li ser komkujiya Til Rifetê û bêdengiya navdewletî der heqê komkujiya ku dewleta tirk li dijî şêniyên kantona Efrînê pêk tîne, bidin.”

(fr)

ANHA


Mijarên Din