Zarokeke koçber: Em dixwazin vegerin warê xwe

Zarokên Serêkaniyê yên koçberî bajarê Hesekê bûne, banga rawestandina şer kirin û gotin: "Em dixwazin vegerin warê xwe yê ewle."

Ji ber êriş û qetlîamên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser bajarê Serêkaniyê bi hezaran sivîl koçberî herêmên ewle bûn.

Gelek malbatên Serêkaniyê di dibistanan bajarê Hesekêde hatine bi cihkirin. Zarokên koçber xwestin bi rêya ajansa me ANHA‘yê daxwazên xwe bînin ziman.

Husên Elî pirs kir ku Erdogan çi ji wan dixwaze "Em di mala xwe de bûn û diçûn dibistanê, em kêfxweş bûn. Lê bi sedema  wî em koçberî Hesekê bûn û bajarê me wêran bû."

Şivan Omer jî dibêje: "Tirkiyê bi balafiran êriş bajarê me kir. Ez dixwazim ev şer bisekine û aramî vegere herêmên me."

Zaroka bi navê Xemlîn Ehmed a 8 salî jî got: "Li Serêkaniyê şer, tirs û qetilkirna razokan çêbû, Erdogan kesekî pir xirab e."

Xemlînê wiha domand: "Dixwazim ji cîhanê hemû re bêjim  Erdogan kesekî ne baş e. Armanca wî rûxandina malan, qetilkirina sivîlan û talankirin milkên xelkê ye."

Nesrîn Remedan a 9 salî dibêje: "Armanca wî ji şer mala me bibe. Em li bajarê xwe kêfxweş bûn. Hêviya min şer raweste û em vegerin malên xwe. Erdogan û artêşa wî ji herêmên me derkevin."

(rr)

ANHA


Mijarên Din