Zarokek ji ber geza kûçikekî jiyana xwe ji dest da

Li bajarê Kobanê ji ber geza kûçikekî  zarokekî 13 salî jiyana xwe ji dest da.

Li Kobanê kûçikekî har gez zarokê bi navê Ferhan Elî Seido yê 13 salî kir. Ferhan piştî mehekê ji gezê roja pênçşema borî jiyana xwe ji dest da.

Di van demên dawîn de li bajarê Kobanê diyardeya belavbûna kûçikên ku dibin sedema gelek pirsgirêkan zêde bûye. Şênî ji belavbûna xura ji ber kûçikan, nexweşiyên giran ên ji ber gezkirinê û hin caran jî dibe sedema kuştinê di metirsiyê de ne.

Ji ber geza kûçikekê zarokê bi navê Ferhan Elî Seido jiyana xwe ji dest da.

Têkildarî vê yekê ANHA’yê beriya mirina Ferhan bi çend saetan li nexweşaneya Kobanê hevdîtinek pê re çêkir. Ferhan ji gundê Kerta yê başûrê Kobanê ye, ji nêzî mehekê ve kûçik ew gez kir, bi wê re jî nexweşiya kûçikan a har pê ket.

Beriya mirinê Ferhan wiha gotibû: "Ez çûm nexweşxaneyê û dermanên guncaw dan min, piştre vegerîm malê. Lê di dema dawî de êşekek kete milê min. Ji nêzî mehekê de kûçik gez min kir û birînên min çêbûn. Lê belê milê min diêşî, dema ku min li avê dinêrî bêhna min teng dibû."

Di vê çarçoveyê de bijîşkê odeya destwerdanên bingehîn ê li nexweşxaneya Kobanê Dr. Xorşîd Fahî anî ziman ku îsal hejmara haletên gezkirina kûçikan ên ku gihaştine nexweşxaneyê bû 32 helat in û temanên wan cuda ne.

Dr. Xorşîd Fahî wiha li axaftina xwe zêde kir:"Piraniya birînan di aliyê jêr de ne, em birînan teşîs dikin,  ji bo vîrus belav nebe em nikarin bidrûn, lê em derziya kuzazê li wan dixînin, birînê dezenfekte dikin piştî heftiyekê dema tên serlêdanê em derziyeke Vaxal Interbeek a devlêkirina kuçikan li wan dixînin."

Dr. Fahî her wiha destnîşan kir ku ev diyardeya ne tenê bi gezê belav dibe, di heman demê de bi gurîbûna ku ji kûçikan belav dibe û got: "Gurîbûn bi lez bi rêya jehrê belav dibe. Îhtîmaleke mezin heye ku gurîbûn di nav şêniyan de belav bûye."

Têkildarî rewşa Ferhan Dr. Xorşîd Fahî got ku haleta wî devlêkirina kûçikê har e, ne nexweşî destpêkê bi rêya girêza kûçik re digihêje xwîna mirovan û dema neyê aşlekirin muhteml e nîşaneyên devlêkirina kûçikên har lê derkeve. 

Bijîşk bi lêv kir ku dema pandemeya vê nexweşiyê mehek e û piştî mehekê ji taqet dikevin, ji av û ba ditirsin.

RÊVEBERÎ IYA TEDBÎR GIRTIN 

Di vê çarçoveyê de Desteya Rêveberiyê Herêmê û Jîngehê ya Herêma Firatê ji ANHA`yê re diyar kir ku ew vê diyardeyê lêkolîn dikin da ku di nava 3 pêvajoyan bi dawî bikin. Li gorî wî kûçik bi derziyan aram werin aşlekirin da ku harbûna wan kêm bibe û parastgeheke taybet ji bo wan were veqetandin, piştre bi çifteyên taybet ên penckirina sewalan dê werin penckirin da ku wan veguherînîn parastgeha wan a li derveyê bajêr. Her wiha ji bo mijulbûna bi wan beytarî hatine erkdarkirin.

ANHA


Mijarên Din