Zaroka di topbarana artêşa Tirk de birînar bû, pirsa lingê xwe dike!

"Ka lingê min? Ez ê kengî bimeşim? Çima hûn dikarin bimeşin û ez nikarim?!" Zaroka bi navê Sara Yusif (7) van pirsan dike. Artêşa Tirk a dagirker 10’ê Cotmehê bajarê Qamişlo topbaran kir û Sara di bombebaranê de birîndar bû û lingê wê yê rastê jê kirin. Birayê wê Mihemed Yusif (12) jî şehîd bû.

Artêşa Tirk a dagirker di seatên nîvro yên 10`ê Cotmehê de taxên bajarê Qamişlo yên Zeytûniyê, Xerbî, Bişêriyê û Qidûrbeg ku şênî lê hebûn, bi moşek û topan kirin armanc. Di encama topbaranê de zarokê bi navê Mihemed Yusif Mihemd (12), pîrejina bi navê Beşîra Kebşo şehîd bûn û Cengîn Ehmed Murad (35), Abdulkerîm El-Bed (23), Delîl Abdulmecîd Alî (26), Bedran Rakan Mihemed (35), Mihemd Ehmed Hemadî (19), Hamid He was Umer (40), Delîl Abulmecîd Alî (23), Kanîwar Beşîr Alî (24) û zaroka bi navê Sara (7) ku di encamê de lingê wê yê rastê hate jêkirin û birayê wê Mihemed Yusif Mihemed şehîd bû, birîndar bûn.

Sara da ku were dermankirin, rakirin nexweşxaneya Selam a bajarê Qamişlo. Sara heta 6 rojan nekarî biaxive û di roja 7’an de bi van gotin û pirsan dest bi axaftinê kir û ji diya xwe pirs kir: "Ka lingê min? Kengî ez ê bimeşim? Çima hûn dikarin bimeşin û ez nikarim? Ka Mihemed?"

Sara heta niha nizane ku birayê wê Mihemed ê ku dema diçû dibistanê çenteyê wê jê re amade dikir û li derdora malê pê re dilîst, şehîd bûye.

‘Kengî ez ê lingê xwe vegerînim?’

Niha Sara di rewşeke kambax de ye. dema yek pirsan jê dike, dest bi girî dike. Di heman demê de dema bijîşk û hemşîre derbasî odeya wê dibin, pirsa ‘kengî ez ê lingê xwe vegerînim?’ dike.

Derûniya diya Sara ne kêmî ya zaroka wê ye. Kurê xwe winda kiriye û Sara jî li pêş çavên wê di rewşeke bedbîn de ye. Dayik jî azarê dikişîne û şewata windabûna kurê xwe dadiqutîne da ku Sara pê nehese û wiha tîne ziman: "Rewşa me ya malbatî nayê wesfkirin. Bûyera bi serê me de hatiye, gelekî mezin e. Sara nizane çi dem û doran li derdora wê diqewime û her kêlî pirsa birayê xwe Mihemed dike." 

Hêsirên dayika Sarayê deqe bi deqe têne xwarê, rûyê wê êdî êş û azar lê diyar e û dibêje: "Her kêlî Sara di guhên min de pirsaên ‘ka lingê min, çima hûn dikarin li ser pêyan bisekinin û ez nikarim, kengî ez ê ji ser vî textî rabim û bi Mihemed re bilîzim?’ dike."

‘Rewneqa çavên min çû’

Diya Sarayê bang li rêxistinên mafnas û mirovahî kir ku destekê bidine wan û wiha pê de çû: "Ronahiya di çavên min de çû, dixwazim Saraya bêguneh li pêşiya hevalên xwe û çavên min, li ser lingên xwe bisekine."

Diya Sarayê pirsa ‘çi gunehê vê zaroka bêguneh heye ku rastî topban were? Bi birayê xwe re li pêşiya deriyê mala xwe dilîstin û hatin topbarankirin, lingê wê jê bû û birayê wê şehîd bû’ dike.

Artêşa Tirk a dagirker ji 9`ê Cotmehê ve hêrêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê topbaran dike. Artêşa Tirk gund, bajar, navçeyan bi tank û topan dike armanc, di topbaranê de bi dehan sivîl şehîd bûn û bi sedan birîndar bûn. Rewşa gelekan giran e, derveyî ku hin ji wan endamên (organ) canê xwe winda kirin, mîna zaroka bi navê Sara Yusif.

(eh)

ANHA


Mijarên Din