Zaroka 13 salî beramberî deyn dan zilamê 40 salî

Ligel ku qanûnê herêma Kurdistanê zewicandina di bin 18 salî de qedexe kiriye, zilamekî 40 salî keçikek 13 salî beramberî 5 hezar deynê xwe desteser kir û qanûna herêmê pêşêl kir. 

Li bajaroka Herîr a ser bi parêzgeha Hewlêrê, zilamek temen 40 salî beramberî deynê xwe li gel keça temen 13 salî zewicî.

Li gorî gotina Çalakvana Mafên Jinan a li Rêxistina Xelk Bihar Munzir, şeva derbasbûyî li bajaroka Herîr ya ser bi Hewlêrê, zilamek temen 40 salî beramberî deynê xwe li gel zaroka temen 13 salî zewicî.

Bihar Munzir diyar kir zilamê temen 40 salî, 5 milyon dînarê wî li bavê keçika temen 13 salî bû. Bavê keçikê jî li şûna pere keça xwe ya temen 13 salî dide wî kesî. Her wiha diyar kir şeva derbasbûyî li cem melayek deverê jî mehra wan hatiye birîn. Munzir destnîşan kir ku zilamê temen 40 salî ji beriya niha sê caran zewiciye.

Li gorî yasayên Herêma Kurdistanê, nabe tu keçek temenê wê di jêr 18 salî re li dadgehên Herêma Kurdistanê girêbesta wê ya zewacê were çêkirin. Her wiha her melayek mehra keçek di jêr temen 18 salî re jî çêke, wê ji aliyê Wezareta Ewqafê ve were cezakirin. Lê gelek caran kesên ku li gel keçên temenê wan di jêr 18 salî re dizewicin, li dadgehên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê girêbesta xwe ya zewacê çêdikin.

Çavkanî: Rojnews


Mijarên Din