Zarokê ku dewleta Tirk sêwî hiştiye, serpêhatiya kuştina dayik û bavê xwe vegot

Malbata Rêzan bû qurbaniya topbarana êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku gundê wan bi fuzeyan hate topbarankirin. Di encama fuzeyekê de ku li ber mala wan ketiye, bavê wî û dayika wî jiyana xwe ji dest da û ew jî birîndar bû.

Fuzeyên dewleta dagirker a Tirk sivîlan dikin hedef da ku neçar bike ji bajar û gundên xwe koç bibin. Dewleta dagirker a Tirk duh saet di 16:00’an de dest bi bombebarana bê ser û ber li Girê Spî û bi dirêjahiya sînorê di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Tirkiyê de kir. Di encamê de şehîd û birîndarên sivîl ku di nav de zarok jî hene, çêbûn.

Rêzan Îsmayîl (9) ji gundê Metkalta yê girêdayî Girê Spî ye ku ji bav û dê, 4 xurt û keçekê pêk tê. Niha ew li Nexweşxaneya Minbicê ye û ji destê xwe birîndar e. Rewşa wî li gorî bijîşkan, aram e. Tê payîn îro ji nexweşxaneyê bê derxistin.

Rêzan bûyera topbarana ku gundê wan hedef girtiye û tê de birîndar bûye, wiha vedibêje: "Em li mala xwe bûn, ji nişka ve fuzeyek li pişt mala me ket. Em tevahî reviyan û li erebeya xwe siwar bûn."

Rêzan pişterast kir ku dema fuze hatiye, birayê wî gazî wî kiriye ku bisekine û fuze li nêzî erebeyê ketiye.

Rêzan bi birîna di destê xwe de dihese û ji birayê xwe yê ku erebeyê diajo re dibêje: "Bisekine, bavo hê li malê ye, bisekine heta ku tê û bi me re diçe. Lê birayên min, birim nexweşxaneya Eyn Îsayê û nesekinî."

Di heman demê de dayik û bavê Rêzan bi wan re di erebeyê de bûn û bi giranî birîndar bûbûn. Di encamê de jiyana xwe ji dest da. Lê tirsa ku zarok xwariye, nizanî ku bav û dayika wî bi wan re ne. Hê jî heta niha nizane bav û dayika wî jiyana xwe ji dest daye.

Enwer Umer ji xizmên Rêzan, îşaret pê kir ku ew li bajarê Minbicê bû. Zarokên wî telefonî wî kir ku dewleta dagirker a Tikr gund topbaran dike û 4 fuze li gund ketine. Yek ji wan jî li erebeya ku Rêzan û malbata wî pê diçûn, ketiye û bav û dayika Rêzan şehîd bûne û Rêzan jî birîndar bûye.

Umer got dayik û bavê Rêzan ên jiyana xwe ji dest daye, bi navên Mihemed Hac Qadir Îsmaîl û Rebîa Îsmaîl e ku mamosteya dibistaneke li Girê Spî bû.

(fr)

ANHA


Mijarên Din