Zarokê koçber ê ji Helebê: Da ku em neyên qetilkirin, kelûpelên Tirkiyê nekirin

Zarokê koçber ê ji bajarê Helebê û tevî malbata xwe li bajarê Qamişlo bi cih bûne, tevî ku temenê wî biçûk e jî, israr kir ku beşdarî hemleya "Kelûpelên Tirkiyê boykot bikin" bibe. Mimemed bang li hemû şêniyên herêmê kir ku kelûpelên Tirkiyê boykot bikin û wiha bi lêv kir"Da ku em neyên qetilkirin, Kelûpelên Tirkiyê nekirin".

Hêj xwendekarên zanîngeha Rojava pêngava"Kelûpelên Tirkiyê boykot bikin" berdewam dikin û îro bi beşdariya şêniyên Qamişlo hemû  reklamên têkildarî kelûpelên Tirkiyê, ji kolan û dîwarên dikanên bazirganan ên li bajarê Qamişlo rakirin û belavok li rêwiyan belav kirin.

Belavokên ku hatin belavkirin, wiha tê de hatibûn nivîsandin"Xwarinên Tirkiyê yên ku vediguherin gule û me pê qetil dikin, nekirin! Her wiha jî her bazirganiyek bi dewleta Tirk a dagirker re, vediguhere guleyekê û li sîngê me dikeve, kirîna kelûpelên Tirkiyê piştevaniyê  qetilkirina zarokan e, bi pereyan nefsa xwe qetil nekin, bêhna xwînê ji kelûpelên Tirkiyê difore û mayînên fosforê bi pereyên we têne kirîn".

Îro belavok li hemû dikandarên bazirganiyê yên li navçeyên Rojhilat û Rojavayê bajarê Qamişlo hatin belavkirin.

Endama Meclisa navçeyê û beşdara pêngavê Hesna Remo axivî û got,"Kelûpelên Tirkiyê boykot bikin" û diyar kir ku pêngav di nava dikardaran de dengveda û bertekên erênî nîşan dan.

Her wiha Hesna anî ziman ku dema pêngavê vekirî ye, ango heta hemû kelûpelên Tirkiyê ji bazara bajêr qut bibe, dê berdewam be.

Zarokê bi navê Mihemed Rîş ji şêniyên bajarê Helebê ye û koçberî bajarê Qamişlo bûye, tevî bi temenê xwe yê piçûk jî beşdarî pêngavê bûye û wiha da zanîn: "Ez beşdarî vê pêngavê bûme, ji ber em kelûpelên Tirkiyê naxwazin, dibe gule û me qetil dike. Divê her kes kelûpelên Tirkiyê boykot bikin, da ku komkujî werin rawestandin. Erdogan her kesî ji xwe re derfet digire, zarok, jin  û pîremêran qetil dike, welatiyan koçber dike, zarok li pêşiya çavên cîhanê têne dimirin û hêj bêdeng in."

(eh)

ANHA

 


Mijarên Din