Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşwazîkirina xwendekaran amade ne

Mufadeleya zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat ragihandin. Endama komîteya amadekar diyar kir ku her sê zanîngeh ji bo pêşwazîkirina xwendekaran amade ne û dikarin derdora 2 hezar xwendekarî pêşwazî bikin.

Piştî derketina encamên ezmûnên dawiya salê yên refa 12`an (bekeloriya), koordînasyona her sê zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Rojava, Kobanê, El-Şerq) şert û mercên serlêdana zanîgehan ji bo sala nû ragihand.

Dê qonaxên serlêdanê li ser van 6 xalan pêk werin; serlêdana navenda tomarkirin, tevlîbûna ezmûna nivîskî, diyarkirina encamên ezmûnan, tormarkirina daxwaznameyan, hevdîtin di hin beşan de û ragihandina encaman. Navendên serlêdanê dê li Qamişlo, Kobanê, Şehba û Reqayê bin.

Beriya ku xwendekar derbasê zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin, dê ezmûn bên çêkirin; ezmûna giştî wê bijaretî (etmetê) be û ji bo beşa zanistî (Bîrkarî, Fîzîk, Kîmya, Biyolojî, Çand û Exlaq, zimanê kurdî, erebî û îngilîzî jî be). Ji bo beşê wêjeyî (Dîrok, Erdnîgarî, Felsefe, Çand û Exlaq, zimanê kurdî, erebî û îngilîz) be. Wê her materyalek ji 20 pirsan pêk bê ji bilî pirsên zimanê îngilîzî, Çand û Exlaq wê tenê 10 pirs bin.

Ezmûna ziman wê tenê ji bo beşê wergerê be, di wê ezmûnê de wê pirsên girêdayî zimanên kurdî, erebî û îngilîzî hebin. Ji her biranşekî wê 30 pirs hebin.

DÎROK

Wê serlêdan ji 31`ê Tîrmehê dest pê bike û 19`ê Tebaxê bi dawî bibe. Dîroka pêkanîna ezmûna giştî 21`ê Tebaxê ye û ya ziman 22`yê Tebaxê be, encamên ezmûnan wê di dîroka 28`ê Tebaxê de derkevin.

Her wiha tomarkirina xwestekan wê ji dîroka 29`ê Tebaxê heta 9`ê Îlonê dewam bike. Dê hevdîtin jî ji 11`ê Îlonê heta 15`ê Îlonê be, encamên hevdîtinan wê di dîroka 18`ê Îlonê derkeve.

Deriyê tomarkirina xwendekaran di zanîngehan de wê ji 19-30`ê Îlonê ve vekirî be. Wê sala perwerdeyê li her sê zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 26`ê Îlonê dest pê bike.

Têkildarî hurgilî û ziraviyên mufadeleyê, Cîgera Hevserokatiya Zanîngeha Rojava û endama komîteya amadekar a mufadeleya zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şînda Dawûd ji ajansa me re axivî.   

Li ser pirsa ezmûna giştî ya qebûlkirina xwendekaran ji bo zanîngehan Şînda Dawûd diyar kir ku wê pirs bêhtir ji qonaxa amdehî ya materyalên Rêveberiya Xweser bin û wekî ku mufadele navendî ye, dê pirs jî li ser asta zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekhev be.

Şînda eşkere kir ku wê li Zanîngeha (Rojava, Kobanê, El-Şerq) zimanê xwendekarên ku zimanê kurdî û erebî dixwînin tê qebûlkirin û di her zanîngehekê de ji bo hin fakulte û peymangehan pola kurdî û erebî hebe.

Şînda da zanîn ku Zanîngeha El-Şerq ya li Reqayê di aliyê kadroyên akademî, avahî û heta bi xewgehan de amade ye û wiha dewam kir: “Ji bo xwendekarên her sê zanîngehan xewgeh hene û bêpere ne. Ji bo xwendekarên koçber jî alîkariya madî tê dayîn.”

Ji bo qebûlkirina daxwaznameyên xwendekarên ku bawernameyên kevin bi wan re ne, Şînda wiha got: “Ew jî wê bên tomarkirin, lê pêşekî wê ji bo xwendekarên 2020-2021 be, dibe ku derfet ji bo xwendevanên bawernameyên kevin nemîne.”

Li ser ziraviyên hevdîtinê piştî nivîsa xwestekan ji aliyê xwendekaran ve Şînda got: “Wê hevdîtin ne ji hemû beşan re be, wê ji bo beşê Avahiya Ekolojîk, Ragihandin, Mamostetiya Refê, Hunerên Bedew û beşa Wergerê be. Bêhtir wê ev hevdîtin girêdayî awayên kesan bin dê ne zanistî bin.”

Her wiha li ser sedema dayîna nirxê qebûlkirinê di her beşê de Şînda wiha şîrove kir: “Ji bo hin beşên ku girêdayî zanîngehên me wekî beşên endezyariyê, tenduristî û beşê mamostetiyê û hwd, di her beşekî de materyalên me hene ji me re girînge ku xwendekarên me di wan de jêhatî bin, da ku em karibin wan derbasî beşan bikin û xwendekar jî zêde zehmetiyê di beşên xwe de nebînin.”

Li gorî encamên ezmûna giştî ya zanîngehê û pileya bawernameya amadeyî, dê her sê zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwendekaran qebûl bikin. Ev yek jî wê li ser bingeha ku divê xwendekar 70% ji pileya ezmûnê û 30% ji pileya refa 12`an qezenc bike.

Şînda Dawûd got, zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di mufadeleyê de tenê 10 daxwazan qebûl dike û wiha got: “Li ser asta her sê zanîngehan em dikarin derdora 2 hezar xwendekarî pêşwazî bikin.”

Şînda da zanîn ku ji bo malbatên şehîdan ew ê di hemû qonaxên heyî wekî xwendekarekî normal bin, lê di hejmara pileyan a dawiyê de dê 3 piley wekî diyarî ji wan re bê zêdekirin.

ANHA


Mijarên Din