Zanîngeha Rojava ji bo valehiyên hin beşan tije bike deriyê tomarkirinê vekir

 Zanîngeha Rojava ji bo valehiyên hin beşan tije bike, ji bo cara duyemîn deriyê tomarkirinê vekir. Ji bilî fakulteya ziman û wêjeya Kurdî û wergera Ingilîzî, xwendekar dikarin ji bo hemû beşên din serlêdanê bikin.

Bi armanca rê li pêşiya hejmarek mezintir ji xwendekaran re veke, Rêveberiya Zanîngeha Rojava ragihand ku ew deriyê tomarkirina ji bo cara duyemîn vekir da valahiya di fakulteyan û paymenghên xwe de dagire. Tomarkirinê wê ji sibe ji roja Duşemê 9-12-2019`an ve dest pê bike û roja Yekşemê 15-12-2019`an bi dawî dibe.

Tomarkirin wê li avahiya Fakulteya Çandiniyê ya Zanîngeha Rojava ya li taxa Hîlêliyê ya bajarê Qamişlo be. Tomarkirin ji saet 8:30`an sibehê ve heya 14:00`an piştî nîvro bidome. Divê tevahiya kesên xwe tomar bikin, belgeyên fermî mîna wesîqeya amadehî bi tevahiya beşên wê, nasnameya kesayetî û wêneyek kesayetî bînin. Ji bo xwendekarên xort jî tevî wan belgeyan divê lênûska erka xweparastinê bi xwe re bînin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din