Zanîngeha Rojava ji bo parastina xwendekaran gelek tedbîr girtin

Hevseroka Zanîngeha Rojava Rohan Mustafa got: “Ji bo parastina tenduristiya xwendekarên zanîngehê û cihê ku tê de dimînin gelek tedbîrên xweparastinê girtine. Îdiayên ku dibêjin hin xwendekarên zanîngehê bi Koronavîrusê ketine, ne rastin.”

Piştî ku Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 23`ê vê Tîrmehê de ragihand ku 6 kesên din bi Koronavîrusê ketine û 88 kesên têkiliya wan bi nexweşan re çêbûye heta du hefteyan ketin karantînayê, rêveberiya Zanîngeha Rojava ji bo parastina tenduristiya xwendekaran gelek tedbîr girtin.

Di 26`ê vê mehê de rêveberiya Zanîngeha Rojava biryara rawestandina dewama fermî ya xwendekaran heta demeke ne diyar da, da ku Koronavîrus di nava xwendekaran de belav nebe. Her wiha testên tenduristiyê ji xwendekarên ku ji Şehba û Helebê hatine re, çêkir.

Têkildarî mijarê hevseroka Zanîngeha Rojava Rohan Mustafa ji ANHA`yê re wiha got: "Ji ber bandora pileya germahiyê ya bilind, di demên dawî de gelek nîşaneyên nexweşiyên havînê li ser hejmareke xwendekarên zanîngehê xuya kirin. Tîmên tenduristiyê testên tenduristiyê ji wan xwendekaran re çêkir û di ecamê de hat eşkerekirin ku itîhab di laşê wan de zêde  ye."

Rohan Mustafa wiha lê zêde kir: "Bi hevkariya bi Desteya Tenduristiyê re, wekî tedbîrekex weparastinê me dewama xwendekarên zanîngehê raswestand û cihê mayîn xwendekaran veguherand karantînayê, heta ku sedema iltîhaban diyar dibe. Her wiha ketin û derketina ji cihê mayîna xwendekarên zanîngehê hate qedexekirin. Dê li gorî encaman, tedbîrên nû bên girtin."

Rohanê diyar kir ku wan ev tedbîr ji bo parastina xwendekaran, malbatên wan û civakê giritne û got: "Hinekan mijar mezin kirin û gotin hin xwendekarên zanîngehê bi koronavîrusê ketine. Em tekez dikin ku ev gotin ji rastiyê dûr in."

Rohan daxuyand ku heke nexweşên vîrusê yan rewşên bi guman bên tespîtkirin, dê ragihînin.

Rohan Mustafa ji hemû xwendekaran xwest ku li derveyî cihê mayîna xwe, xwe biparêzin û tedbîrên xweparastinê û biryarên Rêveberiya Xweser pêk bînin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din