Zanîngeha Rojava ji bo kadroyên perwerdedayînê danezaneke weşand

Zanîngeha Rojava danezaneke weşand, ragihand ku hemû akademîsiyenên xwedî pisporiyên (lîsans, master, doktora û jortir ) hemwelatiyên Rojava/Sûriyê û ji derveyî welat yên ku dixwazin li zanaîngehê perwerde bidin serî li zanîngehê bidin.

Danezana Zanîngeha Rojava wiha ye:

"Bi armanca temamkirina kadroyên xwe yên akademîk, Zanîngeha Rojava hemû akademîsiyenên xwedî pisporiyên (lîsans, master, doktora û jortir ) hemwelatiyên Rojava/Sûriyê û ji derveyî welat vedixwîne ji bo pêşkêşkirina daxwaznameyên wanedayînê li Zanîngeha Rojava li gor van beşan:

1.  Fakulteya Perwerdê bi beşên xwe yên Bîrkarî , Fizîk ,Kîmya, Biyoloji, Dîrok , erdnîgarî , Mamostetiya refê.

2.  Fakulteya Hunerên Bedew

3.  Fakulteya Jineolojî

4.  Fakulteya Ziman û Wêjeya Kurdî

5.  Fakulteya Endezyariya Petrol û Petrokîmiya 

6.  Fakulteya Endezyariya Çandiniyê.

7.  Fakulteya Avahisaziya Ekolojîk.

8.  Peymangeha Bilind a Mekatronîk.

9.  Peymangeha Endezyariya Avakirinê.

10.  Peymangeha Wergera İngilîzî.

11.  Peymangeha Rêveberî û Darayî.

Her weha akademîsyenên  zanîngehan (lîsans û bi jor de) li gor van pisporiyan jî dikarin serlêdan bikin:

12.  Zimanê Ingilîzî.

13.  Zimanê Kurdî.

14.  Endezyariya Kompûter.

Divê serlêdan tevî CV’yê ji bo Hevserokatiya Zanîngeha Rojava pêk were. "

Daxwazname li ser vê adresê têne şandin:rojava.univ@gmail.com

Ji bo agahdariyên bêhtir hejmarê tel ev e: 00963935449119


Mijarên Din