YSK: Heta niha ji sedî 25’ê daneyan hatine ber destê me

Serokê YSK’ê Ahmet Yener diyar kir ku heta niha ji sedî 25’ê daneyan ji wan re hatine şandin.

 Serokê Lijneya Bilind a Hilbijaratinê ya Tirkiyeyê (YSK) Ahmet Yener dema hejmartina dengan didome de daxuyanî da û ev agahî parve kirin: “Ji lijneyên me yên navçe û bajaran heta niha ji sedî 25’ê daneyan hatine ber destê me. Ricaya me ew e ku heta encamên demkî yên YSK’ê tên parvekirin, raya giştî xwe li benda encaman bigirin. Di şandina daneyan de tu pirsgirêk nînin.”


Mijarên Din