YPJ..Ji bo hemû jinên cîhanê ezmûneke zindî ye 

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di rewşên awarete de hatin avakirin. YPJ ne tenê ji bo parastina gel, heman demê de ji bo parastina mafên jinê hate avakirin. Ji ber vê yekê bû nasnameya  jinên têkoşer û hêzeke leşkerî ku hemû jinên cîhanê azadiya xwe tê de dibînin. 

Îro 7`mîn salvegera damezrandina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ye. YPJ di 4’ê Nîsana 2013`an bi awayekî fermî hate damezrandin û wekî hêzeke leşkerî ya taybet bi jinan deng veda.

Têkoşîna jinan bi destpêkirina Şoreşa Rojava re anku 19’ê Tîrmeha 2012`an re derbasî qonaxeke nû bû. Li ser vî esasî piştî salên dudirêj ji çewisandin û paşguhkirinê tev li  nava sazî û çalakiyên rêveberiya herêmê bûn. Bi avakirina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re, sala 2012`an bi germî beşdarî nava yekîneyê bûn.

PARASTINA REWA JI BOPARASTINA GEL PÊWÎSTIYEK E

Rêber Abdullah Ocalan di parêznameya Parastina Gelekê de qala parastina rewa û xweparastinê dike. Rêber Ocalan dibêje: " Parastina rewa tenê di rewşên dagirkeriyê de manîdar dibe. Gava li ser gelekî dagirkerî, mêtingerî, yan jî cûreyekî din sîstema zordest were damezrandin, wê wextê dagirkerî heye. Çawa ku hêzeke biyanî dikare bi serê xwe dagir bike, her weha dikare carnan nîv bi nîv bi hêzên xwecîh jî bike. Hedef dawîanîna li dagirkeriyê û damezrandina demokrasiyê ye. Eger hêza dagirker biyanî be, ji parastina rewa re demokratîk netewî were gotin rastir e. Dîsa di van şertan de mercên şer û serhildanê derketine holê. Lê car din şerê rizgariya netewî yê klasîk esas nayê dîtin. Her çend aliyê wê yê netewî hebe jî, bi sedema taybetiyên serdemê şerekî parastinê ji bo yekparebûneke

demokratîk a berfireh durustir e. Şer û serhildanên bi vî rengî hem li bajaran, hem jî li çiyan an yek an jî bi hevdu re têne meşandin."

Rêber Abdullah Ocalan wiha didomîne: " Hêzên parastina gel ji dijberiya dewletê, yan jî alternatîfbûna hêzên wê wêdetir, bersiv dide hewcebûna bi ewlekariyê ya dewlet pêk neyne, tê de kêm dimîne û heta rewşa dewletê ya bi xwe dibe sedemê bê ewlebûnê. Yekîneyên parastina gel, ne artêşa rizgariya netewî ye, ne jî yekîneyên klasîk ên gerîlla ne. Ji ber ku gerîllayên rizgariya gel û artêşa rizgariya netewî bi giranî hedefa wê dewlet û îqtîdara wê ne. Dixwazin pirsgirêka îqtîdarê çareser bikin. Yekîneyên parastina gel nabe ku hedefek wê ya taybet ji bo damezrandina dewletekê û hedefa wê ya îqtîdarê - ji bilî mecbûriyetên objektîf - hebe. Mirov wezîfeyên wan ên bingehîn weha dikare destnîşan bike; wexta mafên gel ên qanûnî û destûrî hatin binpêkirin û dadgeriyê wezîfeya xwe nekir, wê mafên gel biparêzin; hewldanên demokratîkbûnê misoger bikin; dijberî êrîşan pêşengiya berxwedanê bikin; wê hebûna hawîrdor û çandî biparêzin.

Yekîneyên parastina gel li bajaran û reşahiyê dikarin bi awayekî guncaw xwe bi rêxistin bikin. Bi awayekî din mirov dikare ji wan re bibêje milîsên parastina gel. Wezîfeyên hêzên asayîşa herêmî bi cih neynin, ew dikarin tê de rol bilîzin. Ji ber ku şertên krîzê avahiyên civakî timî ji hev de dixîne û naverast tevlîhev dibe, xweparastina gelan û xwerêvebirina wan dibe yek ji mijarên sereke yên girîng. Ji bo derketina ji krîzê wexta li rêyên demokratîk hat gerîn, di vê pêvajoyê de ji bo bê ewlebûna zêde dibe li dawiyê were hîştin, hêzên parastina gel dikarin rol bilîzin."

BER BI AVAKIRINA TABÛRÊN XWESER VE 

Bi beşdarbûna jinan ji Yekîneyên Parastina Gel re 23 Sibata 2013`an tabûrên leşkerî yên taybet yên jinan hatin avakirin. Li ser vî esasî tabûra yekemîn li navçeya Cindirêsê navçeya Efrînê bi navê Tabûra Şehîd Rûken hate avakirin.

Piştî tabûra Şehîd Rûken li Efrînê hate damezrandin, li navçeya Dirbêsiyê jî tabûra Şehîd Berçem, li Dêrikê jî tabûra Şehîd Sozdar hatin damezrandin. Bi rasthatina Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê anku roja 8’ê Adarê re li bajarê Qamişlo bi merasîmekî leşkerî tabûra çaremîn a bi navê Şehîd Adalet hate avakirin. Bi vî awayî li seranserî herêmên Rojava tabûrên taybet yên jinan hatin avakirin.

Di vê çarçoveyê de li herêma Dêrikê bi navê Şehîd Şîlan akademiya yekemîn a leşkerî ya taybet ya jinan hat vekirin. Paşê di 9’ê Gulana 2013`an dewreya yekemîn a bi navê Şehîd Rêvan bi dawî bû.

RAGIHANDINA AVAKIRINA YPJ`Ê

Piştî li seranserî herêmên Rojava tabûrên jinan hatin avakirin, di 2’ê Nîsana 2013`an de  YPJ`ê li bajarê Dêrikê konferansa yekemîn bi slogana"Xwe di nava YPJ`ê de birêxistin bikin da ku serkeftinê misoger bikin" li dar xistin. Di 4’ê Nîsanê de bi awayekî fermî avakirina Yekîneyên Parastina Jin hate ragihandin. 

Di vê çarçoveyê de şervana bi navê Narvîn Hogir a ji bajarê Qamişlo axivî û got: "Yekîneyên Parastina Jin bi armanca azadiya jinan hatiye avakirin. Li gel vê yekê roja damezrandina YPJ`ê heman roja rojbûna Rêber Abdullah Ocalan e. Ji ber ku em vê rojê wekî rojbûna xwe jî bi nav dikin. Ji ber Rêbertî bi fikir û felsefeya xwe jiyaneke nû ji jinan re misoger kiriye.”

PIŞTÎ RAGIHANDINA DAMEZRADINÊ BI MEHEKÊ...YEKEMÎN ŞEHÎD LI EFRÎNÊ

Ji destpêka 2012’an, herêmên Rojava rastî êrişên çeteyên Cebhet El-Nusra û koma çete ku bi fermana dewleta Tirk a dagirker a bi navê “Artêşa Azad” tev digerin, dihatin. Her wiha PYG’ê bersiva tevahî êrişan dida. Her wiha bi 2013’an re êrişên li herêmên Rojava ji Dêrik heta bi Efrînê zêde bûn.

YPJ, bi awayekî aktîf li hember êrişan di eniyên pêş de beşdarî şer bû. Di 25’ê Gulana 2013’an komên çete êrişî gundên Efrînê kirin. Êrişên wan li dijî gundewarên navçeya Şera bi taybet li dijî gundên Aqîbê û Basilê bûn.

Di berxwedana li hember êrişan de, YPJ’ê yekemîn şehîd di 29’ê Gulanê de da. Şehîd Silava Efrîn, endama Meclisa Leşkerî ya YPJ’ê bû û beşdarî konferansa damezrandinê bûbû.

LI HER DERÊ BERXWEDANÎ Û ŞERVANÊN ENTERNASYONALÎST JÎ TEVLÎ BÛN

Şervanên YPJ’ê ji dema ragihandina damezrandinê ve berxwedaneke lehengî li dijî êrişên komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker (Cebhet El-Nusra, DAIŞ, Artêşa Azad) dan meşandin. Ji dema êrişên Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam li dijî Kobanê, Serêkaniyê, Cezaa, Til Hemîs, Til Birak û Til Temirê sala 2013’an ve, YPJ’ê roleke sereke lîst û di vê rêyê de şehîd dan.

Bi êrişên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê yên 15’ê Îlona 2014’an re, rola YPJ’ê ya bersivdayîna êrişan mezintirîn bû. Bi taybet piştî çalakiyên fedayî yên Arîn Mîrkan û Rêvan. Her wiha têkoşîna fermandar Zehra Penaber ku di 3’ê Sibata 2015’an de şehîd bû. Her wiha Evîndar Botan di şerê li dijî DAIŞ’ê li Kobanê, berxwedaneke mezin meşand û di  4’ê Tîrmeha 2015’an de şehîd bû.

‛YPJ NASNAMEYA JINÊN CÎHANÊ YE’

Bi wê re jî YPJ, bû sembola berxwedan û têkoşîna jinê. Bala tevahî cîhanê kişand û gelek jinên cîhanê tevlî YPJ’ê bûn. Mîna şehîda Almanî Ivana Hoffman ku di 7’ê Adara 2015’an de, şehîd bûbû.

Di vî warî de şervan Narvîn Hogir wiha got: "YPJ bû nasnameya tevahî jinên cîhanê."

JI BO TOLHILDANA ÊZIDIYAN, TEVLÎ QSD’Ê BÛN Û ŞERÊ DAIŞ’Ê KIRIN

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di 12’ê Cotmeha 2015’an de, piştî civîna berfireh a hêzên leşkerî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Hesekê hat damezrandin. YPJ weke hêzek bingehîn beşdarî nava QSD’ê bû.

Rola YPJ’ê di şerê li dijî DAIŞ’ê de ya herî girîng bû. Ew jî bi tolhildana jinên Êzidî yên ku DAIŞ’ê di êrişa li ser Şengalê di 3’yê Tebaxa 2014’an pêk aniye de bû.

Girêdayî mijarê şervan Solîn Siyaroj wiha dibêje: "Ez tevlî YPJ’ê bûm da ku gelê xwe bi taybet jinan ji zilmê biparêzim. Her ferdek dixwaze li welatekî azad bijî ku nasname û hebûna wê/î hebe û ev jî mafê me ye. YPJ’ê rolek bingehîn di rizgarkirina jinên Êzdî û parastina wan de lîst. Lêgerîna me ya ji bo jinên ku hatine revandin didome.”

FERMANDARÊN YPJ`Ê FERMANDRÊN PÊNGAVÊN RIZGARIYÊ NE

YPJ, beşdarî pêngavên QSD`ê yên li dijî DAIŞ`ê ku li Holê, Minbicê, Tebqa, Reqa û Dêrazorê dan meşandin bûn. YPJ netenê beşdarî pêngavan bû, lê di heman demê de serkêşiya pêngava rizgariya Reqayê ji DAIŞ`ê jî kirin. Isbata vê yekê jî fermandar Rojda Felat, Cîhan Şêx Ehmed ku berdevka hemleyê bû her wiha di pêngava Dêrazorê jî de fermandar Lîlwa Ebdellah berdeva hêzê bû.

Li gel vê yekê YPJ zêdetirî 3 hezar jin û zarokên êzidî ji eslê 6 hezar û 417 kesên DAIŞ`ê ew revandine rizgar kirin. Paşê radestî Desteya Jin a kantona Cizîrê û mala êzidiyan kirin, ji wir jî bi hevkariya Rêveberiya Xweser a wir radestî Şengalê kirin.

Berdevka YPJ`ê Nesrîn Abdullah di vê derbarê de anî ziman ku piştî jinan di hemû qadan de nexasim li dijî çeteyên DAIŞ`ê şer kirin bûn qublegeha hemû jinên cîhanê.

LI DIJÎ ÊRIŞÊN ARTÊŞA TIRK ÇALAKIYÊN FEDAYÎ

Li gel ku jinan li dijî DAIŞ`ê, Cebhet El-Nusra, Ehrar El-Şam û komên çete yên din li ber xwe dan, di şerê artêşa Tirk ê li dijî kantona Efrînê ku 2018`an 58 rojan li ber xwe dan. Her wiha li dijî şerê li dijî bajarên Serêkaniyê û Girê Spî ku Cotmeha 2019`an bû, xwedan roleke pêşeng bûn.

Mînaka vê yekê jî şehîd Avêsta Xabûr e ku li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî gundê Hemam ê herêma Cindirêsê parastina rêya şehîd Arîn Mîrkan kir û çalakiya fedayane pêk anî.

Beramberî vê yekê kiryarên artêşa Tirk li dijî cenazeyên şehîdan heman kiryarên DAIŞ`ê ne. İsbata vê yekê jî xerabkirina cenazeya şehîd Barîn Kobanê ya ku êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê têk bir û tevî 4 şervanên din vekişandina ji gundê Qernê yê navçeya Bilbilê red kirin.

Artêşa Tirk a dagirker 2019`an kiryarên dermirovî li dijî Serêkaniyê û Girê Spî jî pêk anî.

Di vê derbarê de berdevaka YPJ`ê Nesrîn Abdullah anî ziman ku şerê jinan ne biyolojîk e lê şerekî fikirî ye û rêya şehadetê dane ber çavên xwe, ji ber vê yekê dîlgirtin û birîndarbûn me ji destpêkê ve derbas kirine.

Nesrîn Abdullah da zanîn ku dema şervan dihatin dîlgirtin û kiryarên dermirovî li dijî wan pêk dianîn, tenê nemeyekê didin dijmin ew jî heta tunekirina dagirker û azadiya jinan "Neveger û en jî teslîmkarî" hildibijêrin.

YPJ`Ê PARAASTINA HEMÛ JINAN DIKE

Jinên ji hemû pêkhate û olan ji Kurdan bigire û heta bi Ereb, Suryan, Tirkumenan, Çeçanan û Ermenan her wiha enteryonalîstên ji dewletên cîhanê tev li nava YPJ`ê bûn.

Nesrîn Abullah diyar kir ku şervanên YPJ`ê taybetmendiyên civaka xwe diparêzin ji ber vê yekê di cîhanê de deng vedan.

Jinên hemû pêkhateyan meclisên xwe yên leşkerî ragihandin. Di 30’ê Tebaxa 2015`an de jî YPJ, Beys  Nehrên a girêdayî Meclisa Leşkerî ya Suryaniyan ragihandin û yekemîn dewreya şervanan bi dawî kirin.

Piştî QSD`ê sazûmaniya xwe bi rêya meclisên leşkerî yên her bajarekî di 20’ê Hizêrana 2019`an de ragihand, jinên meclisên leşkerî bi rêya nivîsgehên xwe yên taybet beşdar bûn. Nivîsgehên Meclisên Leşkerî guhdanê bi perwerdeya leşkerî û firkî ya jinan dike.

Nesrîn îşaret pê kir ku YPJ`ê derfet da jinên Ereb ên li herêmên ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bûne û bi rêya meclisên leşkerî piştgiriya van jinan kirin.

LI CÎHANÊ JIN NEBÛNE XWEDAN TAYBETMENDÎ

Li gelek dewleta jin cihê xwe di nava artêşa de girtin û beşdarî şeran bûn. Lê hebûna jinan wekî hêzeke serbixwe tunebû. Tenê wekî parçeyek biçûk ji artêşê dihat dîtin.

Jin li gelek dewletan beşdarî nava şeran û artêşan bûn lê ne xwedan xweseriyek bûn, ji ber beşekî biçûk ji artêşa guh didan aliyên din û guh nedidan qada leşkerî.

Yekîtiya Sovêtê di Şerê Duyemîn ê Cîhanê de 800 hezar jin tev li artêşê kir lê tenê di rakirina birîndaran de, deverên çavdêriyê, pasevaniya karwanan û agirkujiyê de rol dilîstin.

Her wiha jinên Birîtanyayê 2016`an beşdarî qada leşkerî bûn û di vê derbarê de serokwezîrê Birîtanyayê David Cameron bi daxuyaniyekê ji rojnameya The Daily Telegraph re daxûyand ku wan hemû navendên hêzên çekdar li pêşiya beşdariya jinan vekirine.

Her wiha sala 1973`yan jin beşdarî nava hêzên çekdar ên Amerîkayê bûn.

Di heman demê de Îsraîl û Siwêd bi darê zorê jinan tev li leşkeriyê dikin lewma ji sedî 33 jin in û dema erkdariya neçarî jî 2 sal in.

Li Çînê jî jinan tenê merasîma leşkerî pêşkêş dikirin û jinên di nava artêşê de tenê karê disipilîn û rêxistinkirinê dikirin.

Di nava artêşa Polonya jî derdora 2 hezar 500 jin tev li artêşê, deryayê, hêzên taybet û hêzên asmanî bûne.

Li Pakistanê ku dewletek îslamî ye û destpêkê damezrandina Pakistanê 1947`an ve yekemîn dewlet ku jinan bi zarê zorê tev li artêşê dike.

Li çend welatên ereban jî jin beşdarî nava hêzên leşkerî dibûn lê beşdarî nava eniyên şer an jî fermandariya cengan nedikirin.

Berdevka YPJ`ê Nesrîn Abdullah destnîşan kir ku di nava artêşên cîhanê de beşdariya jinan heye, lê nexwedan taybetmendî ne anku hêzeke taybet bi jinan tune ye.

Nesrîn wiha li axaftina xwe zêde kir: "Tevgerên Jinan ên rêxistinî û leşkerî hene, lêkolîn kirine û da ku tecrûbeya YPJ`ê nas bikin peywendî danîne. Di encama xwerêxistinkirina artêşa jinan de li Rojhilata Navîn platforma parastinê û jinê ya hêzên jinan bi beşdariya 160 delegeyên 16 hêzên leşkerî yên taybet bi jinan û bi slogana"Xweseriya hêza jinan garantiya civaka azad e" hate lidarxistin.

Nesrîn Abdullah piştrast kir ku YPJ`ê ji bo hemû jinên cîhanê bûye tecrûbeyeke zindî. Ji ber vê yekê bi sedan akademî, tevgerên jinan û çalagerên jin hene û derbarê YPJ`ê lêkonîn kirine. Ji ber li herêmê û hele hele di rewşekê wiha de mînakeke zindî ye.

Di dawiyê de Nesrîn Abdullah bi lêv kir ku plansaziyên YPJ`ê yên pêşerojê têkildarî ku ev yekîne çavkanî, navenda beşdariya hemû tevger, hêzên jinan ên herêmî û cîhanî be. Nesrîn piştrast kir ku YPJ`ê parastina rêgezên xwe yên parastina xaka, welat û azadiyê jinê dikin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din