YPJ û YPG`ê bi malbatên şehîdan re civiya

YPJ û YPG`ê di civînekê de ku zêdetirî 500 malbatên şehîdan tevlêbûbûn, şehîdên bajarê Hesekê bi bîr anîn.

Bi armanca bibîrxistina berdêlên ku malbatên şehîdan ji bo parastina azadî û rûmeta gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dane, li Hesekê YPG û YPJ`ê civînên ligel malbatên didomîne.

Civîn li hola Silko ya taxa Xişman a Hesekê hate lidarxistin.  Ev civîna duyemîn ku YPG û YPJ'ê bi malbatên şehîdan re li dar dixe. Di civînê de zêdetirî 500 malbatên şehîdan amade bûn.

Hola civînê bi wêneyên şehîdan, alên QSD, YPJ û YPG`ê hate xemilandin.

Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre Hevserokê Meclisa Leşkerî ya herêma Cizîrê Hisên Selmo axivî û got: "Em îro şehîdan bi bîr tînin, ev şehîdên azadî û rûmetê ne, di serî de her 3 jinên têkoşer Leyla, Fîdan û Sakîne yên ku li ser destên dijminan hatin şehîdxistin  bi bîr tînin."

Selmo gotina xwe dewam kir:"Em soz didin malbatên şehîdan ku ji bo parastina azadî û rûmeta gelê Bakur û Rojilatê Sûriyê parçeyek ji canê xwe dane, ku em ê şopdarên rêya şehîdan bin."

Dûvre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Ehmed Esad got ku ew ji cîhanê û malbatên şehîdan re piştrast dikin ku ew stûnên şoreşê û serkeftinên hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hemû pêkhateyên wê ne, her wiha ew ê heta dawiyê piştgiriya bidin rêber Abdullah Ocalan.

Ji Fermandariya Giştî ya YPG`ê Delîl Cerf axivî û got ku di vê boneyê de ew şehîd Xebat Dêrik bi bîr tînin ku ji bo jiyaneke bi rûmet û aza canê xwe da û ji bo parastina mafên şehîdan û malbatên wan her tim di nava têkoşînê de bû.

Li aliyekî din jî bi navê Rêveberiya Herêma Cizîrê Hisên Koçber axivî û şehîdan ku canê xwe di oxira rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dane bi bîr anî, pê re şehîd Xebat Dêrik ku 27 salan li çiyayên Kurdistanê li dijî dijmin şer kir da ku gelê herêmê rizgar bike bi bîr anî.

Civîn bi pêşandina senivîzyoneke der barê şehîdên Hesekê bi dawî bû.

Tê payîn ku YPG`ê û YPJ`ê hîn jî bi malbatên şehîdan ên li kantonê re bicivin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din