YPJ`ê şehîd Zerdeşt Şengalî bi bîr anî

Fermandariya Giştî ya YPJ`ê, Fermandarê hêzên YBŞ`ê Zerdeşt Şengalî ku ji aliyê balafirên bêpîlot ên artêşa Tirk a dagirker ve hate şehîdxistin, bi bîr anî.

Fermandariya YPJ`ê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Di şexsê fermandar û pêşengê civaka Êzîdî rêheval Zerdeşt û hersê hevrêyên pêre gihîştin şehadetê em ji malbatê wan re, gelê Kurd û tevahî civaka Êzîdî re sersaxiyê dixwazin.

Dewleta Tirka a dagirker, bê ku ferqê bixe navbera parçe, partî, ol û baweriyan li cihê ku gelê Kurd, xwe bi rêxistin dike, tekoşîn dimeşîne, ji bo xwe wek metirsiyeke mezin dibîne û êrişên bi armanca tinekirinê pêk tîne. Êrişa li ser şervanên YBŞ’ê parçeyek ji vê polîtîkayê ye. Dewleta Tirk, bi van êrişên xwe careke din hevkariya xwe ya bi DAIŞ’ê re eşkere dike. Di her fersendê de êrişî şervanên civaka me ya Êzîdî dike.

Her civakek bi ked, tekoşîn û fedekariyan nirxên xwe ava dike. Civaka me ya Êzîdî jî nirxên xwe yên pîroz, ewladên herî giranbuha mezin kirin. Ew kirin pêşengên xwe yên demên herî zor. Di sala 2014’an de dinya hemû şahidî ji êriş û hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê ya li hemberî civaka me ya Êzîdî kir. Li hemberî vê hovîtiya mezin a çeteyan bi dehan keç û xortên Êzidî di bin fermandariya Lehengê mezin  Zerdeşt de biryara parastina civaka xwe û welatê xwe girtin û li hemberî êrişên hovane yên çeteyên DAIŞ'ê berxwedaniyeke bê hempa raber kirin. Kedek mezin a rêheval Zerdeşt di ber ciwanên Êzîdî de çêbû. Hêrsa wî ya tolhildanê di şer û tekoşîna wî de li her cihê ku tevlî pêngavan bû xwe da der. Di gelek pêngavên dîrokî de cihê xwe girt. Bi baweriya ku wê ciwanên Êzidî û şervanên azadiyê DAIŞ’ê bi bin bixin têkoşiya. Li ser bingehê feraseta tola keç û jinên Êzîdî ji çeteyên DAIŞ'ê rabike, rola pêşengiyê da ser milê xwe. Dewleta Tirk bi zanebûn, pêşeng û fermandar Zerdeşt kire hedefa vê êrişa xwe ya xedar de.

Em bang li hemû saziyên mafê mirovan dikin ku li hemberî van êrişên dewleta Tirk yên li ser civaka me ya Êzîdî pêş dikevin bibin xwedî helwest. Her wiha pêwîste dewleta Iraqê bêdengiya xwe bişkîne û helwesta pêwîst nîşan bide.

Em jî weke Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), dibêjin em ê ked û fedekariya rêheval Zerdeşt û hersê hevrêyên pêre di her kêliya tekoşîna xwe de zindî bihêlin ta ku hêviyên wan û yê bi hezara şehîdan bi cih bînin. Em careke din êş û xemgîniya civaka xwe ya Êzîdî parve dikin û dibêjin wê rêheval Zerdeşt û hevrêyên pêre şehîd bûne timî bibin nîşaneya hêvî û serkeftina me.

Li ser vê bingehê em careke din di şexsê her çar şervanên têkoşînvan de tevahî şehîdên şoreşa Kurdistanê bi rêzdarî bîr tînin û soza xwe ya li beramberî wan nû dikin. Em ji malbat û civaka me ya Êzîdî re dibêjin bila serê we saxbe. Bi van zarokên xwe yên leheng û dilwêrek, serfiraz û şanaz bin.”

(kc)


Mijarên Din