YPJ`ê şehîd Avesta Xabûr bi bîr anî

Şervanên YPJ`ê bi merasîmeke leşkerî şehîd Avesta Xabûr ku li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiya fedayî di Berxwedana Serdemê de li Efrînê pêk anî, bi bîr anî.

Di 20’ê Çileya 2018’an de dewleta Tirk a dagirker êrîşî bajarê Efrînê kir. Di nava vê berxwedana ku li beramberî dewleta Tirk ya dagirker hat meşandin de bi pêşengiya şervanên YPJ’ê rihê Berxwedana Serdemê gihîşt lûtkeyê. Şervana YPJ’ê Avesta Xabûr bi çalakiya xwe ya di 27’ê Çileya 2018’an de rastiya berxwedana jinan bi rengekî herî şênber nîşanî tevahî cîhanê da.

Bi vê boneyê YPJ’ê îro salvegera duyemîn a şehadeta şehîd Avesta Xabûr bi merasîmeke leşkerî bi bîr anî. Dîsa salvegera rizgarkirina bajarê Kobanê ku rastî dîroka 26’ê Çileya 2015’an hat, li gelê Kobanê û tevahî mirovahiyê hate pîrozkirin.

Di merasîmê de fermandara Herêma Cizîrê Rojda Şiyar peyamên girîng dan û ev tişt got: “Êrişa dewleta Tirk a li ser bajarê Efrînê ket sala xwe ya duyemîn. Hevrê Avesta Xabûr jî li beramberî dagirkeriya dewleta Tirk çalakiya xwe ya azadiyê li dar xist. Di kesayeta hevrê Avesta Xabûr de em şehîdên Berxwedana Serdemê û şehîdên berxwedana Kobanê bi bîr tînin û bejna xwe li beramberî tevahî şehîdên şoreşê ditewînin. Ev du salên me yên dawîn salên têkoşîn û berxwedana dijwar bûn. Di sala 2019’an de di pêşengiya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de me serkeftina tunekirina DAIŞ’ê bi dest xist.”

Rojda Şiyar di axaftina xwe de bal kişand ser girîngî û qehremaniya jinan û da zanîn ku li beramberî tevahî êrîşan wê berxwedana jinan her dem were domandin û wiha berdewam kir: “Bi xwîna qehremanên wekî Arîn, Avesta û Barînan li Efrîn û Kobanê di bingeha xwe de serkeftinên mezin hatin bidestxistin. Cardin di Berxwedana Rûmetê de jî di şexsê hevrê Zîn de rastiya jina berxwedêr careke din derkete holê. Di roja îro de hêza jinên azad derketiye holê. YPJ di wê astê de ye ku dikare tevahî jinan û gelê xwe biparêze.”

Fermandara YPJ’ê ya herêma Cizîrê Rojda Şiyar jî bal kişand ser ked û wêrekiya şehîdên şoreşê û wiha got: “Şehîd Zîn, şehîd Nêrgiz û Şehîd Ronahî bi wêrekiya xwe ji dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê re dan nîşandan ku vîna jina azad nayê tunekirin. Şehîd Avesta, Barîn, Arîn, Zîn, Amara û şehîd Ronahî ji bo me bûn sembola jina azad û em ê bibin şopdarê rêya şehîdan û em ê berxwedana wan bigihînin serkeftinê.

Merasîm bi dirûşmên “Jin jiyan azadî”,  “Şehîd namirin” û bi meşeke girseyî ya şervanan bi dawî bû.


Mijarên Din