YPJ: Nûçegihana me Dilovan şehîd bû

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPJ’ê  ragihand ku hevrê û nûçegihana YPJ’ê Dilovan Gever a 13’ê Cotmehê di encama bomberdûmana dewleta Tirk de şehîd bû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPJ’ê bi daxuyaniyekê nasnameya hevrê û nûçegihana YPJ’ê Dilovan Gever eşkere kir. YPJ‘ê got: "Em soz didin hevrê Dilovan em ê kamera û çeka wê ya ji bo gîhandina rastiyan her di destê xwe de bigrin."

 Daxuyanî wiha ye:

"Em di şexsê lêgerînvana heqîqetê,  şopdara Rohenda û şehîdên berxwedana Rûmetê de hevrêya xwe ya tekoşîner Dilovan Gever bi bîrtînin. Em soz didin heya dawî em ê li ser rêya ku wê di oxirê de canê xwe feda kirî bimeşin.  Em ji hemû gelê me yê berxwedêr, şervanên heqîqetê û malbata hevrêya xwe re sersaxî dixwezin û ‘wê berxwedanî, gelê me bibe serkeftin e.’ 

 Dewleta dagirker, di 9’ê Cotmeha 2019’an de tevgera dagirkeriyê li ser Bakûr-Rojhilatê Sûriyê dest pê kir. Li hemberî vê tevgera dagirkeriyê, keç û xortên berxwedêr yên gelê Bakûr-Rojhilatî Sûriyê biryardariya parastina welat û gelê xwe dan. Ev berxwedana Rûmetê kete roja xwe ya 9 mîn. Rêhevala Me Dilovan, ji bo kiryarên dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser gelê wê pêşdikevin bişopîne di roja yekemîn ya berxwedanê de berê xwe da herêma Firatê, bajarê Girê Spî.

Hevrê Dilovan, ji bajarê Geverê ye, di sala 2014’an de, dema çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Kobanê kirin, li ser banga seferberiya ji bo Kobanê ji zanîngehê berê xwe da Rojavayî Kurdistanê. Di şerê Kobanê û heya rizgarkirina wê de cihê xwe di çeperan de girt. Nêzî salekê di karê herî zor yê nexweşxanê karê morgê de ma. Bi dilekî wêrek bi sekneke bi biryar di vê karî de bû nobedara rêhevalên xwe yên şehîd. Hovîtiya çetan û dagirkeriyê dewleta Tirk ya li Efrîn û cihên din di heval Dilovan de hêrs û kîneke mezin dabû çêkirin.

Şopdara heqîqetê ev nêzî 3 sal bû di xebatên me yê ragihandinê de cih digirt. Ji bo di vê xebatê de bi erk û berpirsyariyên xwe rabe, gelek ked û hewldan pêşxist. Li Dêrezorê di operesyona şerê qedandina DAIŞ’ê de weke nûçegîhan beşdar bû. Şahidî ji her kêliya şer û berxwedana şervanên YPJ’ê re kir, ew  bi kameraya xwe ve û dengê wan ji hemû cîhanê re ragîhand. Ew di kêliyên herî xeter da, di sengerên herî pêş yên şer de li gel şervanên YPJ’ê bû. Carina bi kamereya xwe û carina jî bi çeka xwe di çeperan de li gel rêhevalên xwe bû. Wê bi vê dilê xwe yê wêrek û girêdana bi hevaltiyê re navê xwe di dilê me de nivîsand. Rêhevala me Dilovan, bi vê bîr û baweriyê 5 salên têr û tije di şoreşa mirovahiyê de derbas kirin. Wê bi tekoşîn û berxwedana gelên Bakûrê-Rojhilatê Sûriyê dimeşîne her tim bawer kir û ji bo bibe perçeyek ji vê tekoşînê jiyan kir. Bi zanebûna bibe dengê tekoşîn, jiyan û qehremaniya şervanên YPJ’ê kamereya xwe rakir û qad bi qad bû mêvanê hest, fikir û dilê şervanên YPJ’ê.

Hevrê Dilovan bû şopdara Agirî, Eylûl, Şîlan, Arîn û Rohenda yan. Wê meşa xwe ya şoreşê di rêya şehîdên Kobanê de dest pê kir. Her tim girêdaniya xwe ya bi bajarê Kobanê re wiha tîna ziman: “Kobanê ji bo min pir cuda ye. Ez ji Bajarê Kobanê me, dema ez têm Kobanê ez xwe di bajarê şehîdan de hîs dikim. Min li Kobanê, rastiya dijmin, rastiya şer, hevaltî, jiyana azad û mirovên herî bedew di dinyayê de nas kirin.”

 Rêheval Dilovan, ji 9’ê Cotmehê heya 13‘ê Cotmehê şer û pevçûnên li Girê Spî dişopand. Dewleta Tirk di 13’ê mehê de dema ku êrîşên xwe li ser Girê Spî giran kirin, ew tevî komek hevalan di encama êrîşa topbarana balafirên şer de gîhişt şahadet e.  

Em li ser vê bingehê rêheval û nûçegîhana demên zor careke din bi bîrtînin. Bi vê bîr û baweriyê em soz didin hevrê Dilovan em ê kamera û çeka wê ya ji bo gîhandina rastiyan her di destê xwe de bigrin. Careke din em sersaxî ji gelê me yê berxwedêr û malbata heval Dilovan re dixwezin û dibêjin ‘wê berxwedanî, gelê me bibe serkeftin e.’

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û Paşnav: DILOVAN GEVER

Navê Rast û Paşnav: DÎLAN ÖLMEZ

Navê Dayik: ŞÛKRAN

Navê Bav: ABDULLAH

Cih û Dîroka Tevlîbûnê: KOBANÊ- 2014

Cih û Dîroka Şehadetê: GIRÊ SPÎ-13.10.2019


Mijarên Din