YPJ: Em hevrêya xwe Eylûl bi rêzdarî bi bîr tînin

YPJ’ê bi boneya salvegera şehîdbûna endama Navenda Ragihandinê ya YPJ’ê Eylû Nûhilat daxuyaniyek da û got “Em wek şopdarên van hevrêyên xwe yên giranbiha, soz didin ku em ê bê rawestan rêya wan bişopînin.”

Navenda Ragihandinê ya YPJ’ê bi boneya salvegera şehîdbûna endama Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Eylûl Nûhilat de daxuyaniyeke nivîskî da û şehîdên çapemeniya azad bi bîr anîn.

Di daxuyaniya YPJ’ê de wiha hate gotin:

“Pênc sal di ser şehîdbûna hevrêya me Eylûl Nûhilat re derbas bûn. Eylûl yek ji endamên Navenda Ragihandinê ya YPJ’ê bû û di dema şopandina pêngava rizgarkirina herêma Şehbayê de di vê rojê de tevî 20 endamên hêzên parastina jinên Şehbayê û şervanên Cebhet El-Ekrad tev li karwanê şehîdan bû.

Hevrêya me Eylûl a ku ji bajarê Dêrikê ye, di temenekî ciwan de tev li nava refên şoreşê bû û her tim di çeperên herî pêş de li dijî çeteyên El-Nusra û DAIŞ’ê şerê azadiyê, şerê mirovahiyê da meşandin. Kar û xebata xwe ya ji bo şoreşê bi hatina xwe ya nav Ragihandina YPJ’ê re bi rengekî xurttir da meşandin. Piştî ku di karê ragihandinê de şareza bû, careke din berê xwe da qadên cenga giran.

Di 19 û 20 Cotmeha 2016’an de endamên Parastina Jinan a Şehbayê û şervanên Cebhet El-Ekrad berxwedaneke bêhempa raber dikin û bi dehan êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker dişikînin. Destûr nadin ku çete bikevin taxên Şehbayê. Lê çawa ku dema dewleta Tirk di her şerî de dişikê, ji bo binkeftina xwe binixumîne, xwe dispêre teknîka xwe ya giran, di herêma Şehbayê de jî bi heman awayî dema ku di şerê sîng bi sîng de şikest û nekarî herêmê dagir bike, bi balafirên xwe yên şer, bombe bi ser şervan û gelên herêma Şehbayê de barandin. Di vê êrişa hovane de tevî hevrêya me Eylûl, 20 şervanên parastina herêma Şehbayê tev li karwanê şehîdan bûn.

Ji bo ku hevrêya me, nûçegihana Navenda Ragihandinê ya YPJ’ê Eylûl, rastiya hovîtiya dijmin ji cîhanê re ragihîne, bê teredut her di eniyên pêş de bû. Ew bi coş, kelecan û bi dilnizmiya xwe, hem çavkaniya moralê bû, hem jî bû çavkaniya rastiyan. Heya kêliya wê ya dawiyê jî kamereya wê her di destê wê de bû, kêlî bi kêlî dîmen digirtin. Tevî birîndariya xwe hem destekê dide hevalên xwe, hem jî her kêliya berxwedana wan nemir dike. Bi vî rengî di dîroka 20’ê Cotmeha 2016’an de tev li karwanên çapemeniya azad dibe.

Di vê qetlîamê de 21 şervan şehîd ketin. Ev 21 heval ji bo parastina gelê Şehbayê bûn mertalên zindî û bê teredut li dijî dijminên mirovahiyê şer kirin, li ber xwe dan. Wek Agirî û Arîn, hevrê Eylûl jî di eniyên herî pêş ên cengê de nemir bû. Di şopa Agirî, Arîn û Eylûl de hevrêyên me endamên Navenda Ragihandinê ya YPJ’ê hevrê Şîlan Cûdî, Rohenda Xemgîn û herî dawî hevrê Dilovan Gever jî di heman eniyên cenga giran de bûn dengên rastiyê. Wan bi wêrekiyeke mezin berê objektîfên xwe da rastiya hovîtî û dagirkeriyê û bi vî rengî perdeya derewîn a medyaya şerê taybet a dewleta Tirk qetandin. Em wek şopdarên van hevrêyên xwe yên giranbiha soz didin ku em ê bê rawestan rêya wan bişopînin, em ê bi dilwêrekiya wan, bi pênûsa wan dawî li dagirkeriyê bînin û mizgîniya siberojên azad bidin hemû jin û gelên herêmê.”

Navenda Ragihandinê ya YPJ’ê

20 Cotmeh 2020


Mijarên Din