YPG/YPJ biryarên der barê parastina sînor de pêk tînin

YPG/YPJ`ê piştî ku Rêveberiya Xweser dest bi pêvajoya yekemîn a lihevhatina sêalî ya di navbera Amerîka, Rêveberiya Xweser û Tirkiyê de kir, dest bi vekişandina hêz û çekên giran ji sînorê di navbera Rojava û Tirkiyê de kir.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro di çarçoveya lihevhatina sêalî ya têkildarî ewlehiya sînor bi Tirkiyê re û di çaroçoveya pêvajoya yekemîn a lihevhatinê de YPG/YPJ`ê dest bi vekişandina hêz û çekên xwe yên giran kir û ber bi nuqteyên nû ve birin. Her wiha nuqteyên sînor radestî meclisên leşkerî yên herêmê kirin.

Di dîmenan de diyar dibe ku YPG/YPJ şervanên xwe ji herêmên sînor vedikişînin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din