YPG‘ê, şehîdên 2015 û 2016‘an bi bîr anîn

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG‘ê nasnameyên 6 şervanên xwe ku di sala di 2015-2016‘an şehîd bûne, eşkere kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG‘ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 6 şervanên xwe yên ku di operasyonên  şehîd Fermandar Rûbar Qamişlo û Fermandar Ebû Leyla de şehîd bûne, eşkere kirin.

Daxuyanî wiha ye:

"Têkoşîn û berxwedaniya me ku di salên 2015 û 2016’an di asta herî jor de dihat meşandin, ji Hesekê hetanî Minbicê her wiha li seranserê Rojavayê Kurdistanê de operasyonên ku hêzên me li dar dixistin gelek rêhevalên me yê leheng di encama van operasyonan de şehîd bûn. Ji lewra, rêhevalên me Adar, Delîl, Dilxwaz, Fûad, Hawar û Welat ku di pêngavên şehîd Fermandar Rûbar Qamişlo û Fermandar Ebû Leyla de, bi ked û fedakariyên xwe bûn çavkaniya mezinbûna şoreşa me û di çeperên herî pêş de gihiştin şahedetê.

Em di şexsê 6 hevrêyên xwe de hemû şehîdên leheng bi rêzdarî û minnet bibîr tînin, ji malbata wan û û hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin."
Nasnameyên hevalên me yên şehîd wiha ne:
Nasnav: Adar Rojda

Nav û Paşnav: Ahmet Akin

Navê Dayikê: Mukkader

Navê Bav: Beşîr

Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic | 19 Tebax 2016

**********
Nasnav: Delîl Begire

Nav û Paşnav: Bayram Malkaver

Navê Dayikê: Dilî

Navê Bav: Remzî

Cih û Dîroka Şehadetê: Siluk Gundê Ganterî | 1 Tîrmeh 2015

**********

Nasnav: Dilxwaz Farqîn

Nav û Paşnav: Huseyîn Tunç

Navê Dayikê: Hulîke

Navê Bav: Fesîh

Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic | 23 Tebax 2016

**********
Nasnav: Fuad Tolhildan

Nav û Paşnav: Ferhad Kaya

Navê Dayikê: Aynur

Navê Bav: Ebdulmecîd

Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê Sirrîn | 30 Tîrmeh 2015

**********
Nasnav: Hawar Tîamat

Nav û Paşnav: Vedat Bayar

Navê Dayikê: Vesîle

Navê Bav: Sabrî

Cih û Dîroka Şehadetê: Siluk Gundê Ganterî | 1 Tîrmeh 2015
**********

Nasnav: Welat Mizgîn Kop

Nav û Paşnav: Yusuf Elden

Navê Dayikê: Sureyya

Navê Bav: Necmetîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Siluk Gundê Ganterî | 1 Tîrmeh 2015


Mijarên Din