YPG`ê nasnameya şeravenekî xwe eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê bi daxuyaniyekê nasnameya şehîd Serbest Partîzan eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê bi daxuyaniyekê nasnameyê şehîd Serbest Partîzan ku 21`ê Tîrmehê li bajarê Kobanê ku di encama qezayekê de şehîd bû, eşkere kir.

Daxuyaniya YPG`ê wiha ye:

"Di dîroka 21`ê  Tîrmehê de hevrêyê me Serbest Partîzan li bajarê Kobanê dema ku li ser erk û peywira xwe bu, di encama qezayekê de gihişt şehadetê.

Hevrê Serbest di malbateke welatparêz de ji dayik dibe. Di dema ku têkoşîna azadiyê li Rojava û Bakurê Sûriyê de pêş diket û mezin dibû tevlî refên hêzên me bû. Hevrê Serbest ku bi taybetmendiyên xwe yên wêrek, kedkar û fedakar tê nasîn di her kêliya jiyanê de ev sekna xwe parast û domand. Piştî ku tevlî refên me bû tecrubeyên ku girt, bi demekî kurt kesayeta xwe de şervantiyê pêş xist. Bawerî û girêdayina xwe ya bi şoreşa azadiyê re, têkoşîna ku bi xwe meşandiyê ve îspat kir û erkên ku ket ser milên wî bi azweri tevlî bu û pêk anî.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

*****

Nasnav: Serbest Partîzan

Nav û paşnav: Mahsun Harmanci

Navê dayikê: Xalîde

Navê bav: Rahmî

Cih û dîroka şehadetê: Kobanê / 21 Tîrmeh 2019

Em di şexsê hevrê Serbest Partîzan de hemû şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bi bîr tînin, ji malbata şehîdê xwe û ji hemû gelê xwe re ser saxiyê dixwazin."


Mijarên Din