YPG: Hevrêyê me Agir Kobanê di qezaya perwerdeyê de şehîd bû

YPG’ê ragihand  ku şervanê wan Agir Kobanê di 11’ê Îlonê de ji ber qezayeke perwrdeyê şehîd bûye û sersaxî ji malbat û gel re xwest.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê daxuyand ku şervanê wa  Agir Kobanê ( Zekeriya Cimo) di 11’ê Îlonê de di encama qezayeke perwerdeyê de şehîd bûye.

YPG’ê diyar kir ku: “Hevrê Agir Kobanê, di demekê de ku li dijî şoreşa Rojava û bakurê Suriyê êrîşên dagirkerî û qirkirinê çêdibûn tev li refên têkoşîna me bû. Bi sekna xwe ya dilnizm, kesayeta xwe ya kedkar bû xwedî sekneke pêşeng. Ji bandora kevneşopa çanda berxwedêr a gelan, hevrê Agir jî bi vê çanda berxwedêr li dijî her cure êrişkarî û paşverûtiyê têkoşîn meşand. Hevrê Agir di şerê me yê berxwedanê de erk û berpirsyariyên ku wergirtibûn, bi dilsoziyeke mezin bi cîh anîn. Em di şexsê hevrê Agir Kobanê de tevahî şehîdên şoreşê bibîr tînin. Ji malbatê şehîdê xwe û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Agir Kobanê

Nav û Paşnav: Zekeriya Cimo

Navê Dayikê: Yeşar

Navê Bav: Nûredîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê, 11 Îlon 2020


Mijarên Din