YNK derbasî pergala hevserokatiyê dibe

YNK’ê ragihand ku ew ê sîstema hevserokatiyê bi kar bîne û erka sekreterê giştî piştî hin agahiyên li ser hilbijartina Bafil Talebanî û Lahor Talebanî ya berpirsyariyê, rakir. Lê belê partiyê heta niha bikaranîna sîstema hevserokatiyê eşkere nekiriye.

Meclisa rêveberiyê ya YNK’ê civînên xwe yên di çarçoveya nîqaş û dengdayîna li ser madeyên rêziknameya hundirîn a partiyê de didomîne.

Ajansa Rojnewsê li ser zimanê çavdêrê civînên meclisa rêvebertiyê ya YNK’ê Mistefa Carûş di civîna rojnamegeriyê de ragihand ku meclisa rêveberiyê dengê xwe li ser pergala hevserokatiyê ya partiyê daye û tu navên berpirsyarên vê erkê heta niha nedane.

Ev civîn di çarçoveya rêzecivînên meclisê yên çend rojan de pêk hat ku dengê li ser madeyên rêziknameyê didin. Her wiha heta niha dengdayîn li ser zêdetirî 50 madeyî ji eslê 77 madeyan hatiye dayîn. Ew made jî di kongreya 4’emîn de hatin diyarkirin.

Raporên çapemeniyê diyar kir ku meclisê dengê xwe da Bafil Talebanî û Lahor Şêx Cenkî ji bo hevserokatiya partiyê. Di heman demê de Carûş rastiya raporan berovajî kir û got divê torên çapemeniyê beriya piştrastkirina duristbûna agahiyan ku pişta xwe didin çavkaniyên fermî, neweşînin.

YNK’ê di Kanûna borî de kongreya xwe ya 4’emîn li dar xistibû.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destpêka damezirandinê ve û hin partî jî pergala hevserokatiyê li gorî wekheviya di navbera her du zayendan de bi kar tînin.

(fr)


Mijarên Din