YNK`ê daxuyaniya Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê derewand

Endamên Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) yên di nava Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê de daxuyaniya duh bi navê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê hatî weşandin red kirin û ragihandin ku agahiya wan ji tu operasyonên bi vî awayî nîne.

Enûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê duh daxuyaniyek dabû û îdîa kiribû wan hewldanên terorîstî asteng kirine, di nava van kesên hatine astengkirin de PKK’yî jî hene.

Piştî vê daxuyaniyê YNK’ê jî şevê din daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ji 5 encamên sereke ku Şêwirmendê Encûmena Asayîş, Serokê Dezgeha Asaşiya Herêmê, Serokê Dezgeha Zanyarî, Serokê Dezgeha Parastinê û Serokê Îxtixbareta pêşmerge pêk tê, ji van 5 encaman 3 endam ên YNK’ê ne û tenê 2 endam ên PDK’ê ne.

Lê piştî ku me ji hersê endamên xwe yên di nava Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê pirsîn, derkete holê ku berpirsên YNK’ê bi ti awayî agahî ji operasyonek bi vî awayî nîne ku roja 26’ê Cotmeha 2020’an de bi riya daxuyaniyek bi navê Encûmena Asayîşa Herêmê ve hate parvekirin. Lewma endamên Encûmena Asayîşa Herêma yên YNK’ê vê daxuyaniyê re dike û daxuyaniyên din ên wiha yên Encûmena Asayîşa Herêmê red dikin. Rê nadin bêyî agahiya endamên encûmenê yên sereke û ji wan nehatî pirîn, bi navê encûmenê daxuyanî werin dayîn.”


Mijarên Din