​​​​​​​YE'yê siyaseta provokatîf a Tirkiyeyê rexne kir

Nûnerê Bilind ê Polîtîkaya Derve ya Yekitiya Ewropa Josep Borrell bertek nîşanî heqaretên Serokkomarê Tirkiyê Erdogan ê li hemberî Serokkomarê Fransayê Macron da.

Borrell di daxuyaniya xwe ya li ser Twîtterê de diyar kir ku gotinên Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan “Nayê pejirandin.”

Borrell got, “Gotinên Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ên li hemberî Serokkomar Emmanuel Macron nayê pejirandin.”

Nûnerê Polîtîkaya Ji Derve yê YE bang li Tirkiyê kir ku “Dawî li pevçûnên xwe yên xeternak bîne.”

 

 


Mijarên Din