YE’yê destwerdana Tirkiye û Rûsyayê ya li Lîbyayê şermezar kir

Josep Borrell destwerdana Rûsya û dewleta Tirk a leşkerî li aloziya Lîbyayê şermezar kir û hişyarî der barê “vegerandina Lîbyayê ya Sûriyeke dîtir” de da.

Nûnerê Payebilind ê Têkiliyên Derve û Polîtîkayên Ewlehiyê yê Yekitiya Ewropayê (YE) Josep Borrell di nîqaşa li Parlamentoya Ewropayê ya li Strasbourgê de wiha got: "Aloziya Lîbyayê ji destê me derdikeve."

Josep Borrell wiha lê zêde kir: "Na ji çareserkirina leşkerî ya aloziyê re, lê belê me ev dirûşm di şerê Sûriyê de jî got û me çi li Sûriyê dît? Me çareseriyeke leşkerî dît û her wiha xetereya dubarekirina heman rewşê li Lîbyayê heye."

Borrell diyar kir ku dewleta Tirk û Rûsyayê dengeya li rojhilatê Deryaya Spî guherand û ne pêkan e ku dubarekirina heman rewşê li Lîbyayê qebûl bikin.

Josep Borrell Moskov û Enqere bi destwerdana leşkerî ya li Lîbyayê bi rêya şandina çete û çekan tawanbar kirin û li wir gelek çek û çete hene û ew nikarin bibêjin ku li Lîbyayê şerekî bêyî çekdaran rû dide.

Josep Borrell wiha da zanîn: "Li gorî detayên îstîxbaratê, hin sûrî û çekdarên ji Rojhilata Navîn hatine Lîbyayê da ku şer bikin."

 (fr)


Mijarên Din