​​​​​​​YE‘yê carek din banga qedexeya şandina çekan ji bo Lîbyayê kir

Yekitiya Ewropa bangawaziya xwe ji bo rawestandina şer li Lîbyayê dubare kir. Her wiha diyar kir ku ew ji bo pêkanîna biryara qedexeya çekan a ku NY`yî li ser welêt ferz kiriye, bi israr e.

Wezarên parastinê yên 27 dewletên endamên Yekitiya Ewropayê bi rêya vîdyoyekê girêdayî encamên pandemiya Covid 19 civiyan. Di civînê de wezîrê derve yê yekitiyê Joseph Burrell banga danîna sînorekê ji şerê navxweyî li Lîbyayê kir.

Erka deryayî ya nû ya Yekitiiya Ewropayê (Erini ) di daxuyaniya dewletên endam de  soza pêkanêna erkên xwe da. Erini di hefteya borî de dest bi pêkanîna erka xwe ji bo qedexekirina derbasbûna çekan ji Lîbyayê re bi rêya deryayê kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Joseph Burrell gotiye: "Yekitiya Ewropa israr dike biryara qedexeya çekdan li ser Lîbyayê pêk bîne. "

Her wiha pêwîstiya xerckirina kedan ji bo dabînkirina pêkanîna biryarê destnîşan kir bi tayber bi rêya bejahî û asmanî.

Ji destpêka hilweşîna rejîma Mumer El-Qezafî di 2011`an de Lîbya ketiya rewşa tevlihevî û şer.

Di hefteya borî de Yekitiya Ewropa erka "Erini" ji bo çavdêrkirina pêkanîna biryara qedexeya derbasbûna çekan ji Lîbyayê re da destpê kirin.

(şx)


Mijarên Din