Yewnanistan: Tirkiye penaberan ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne

Serokwezîrê Yewnanistanê Tirkiye tawanbar kir û got Tirkiye krîza penaberan li Ewropayê ji bo berjewendiyên Tirkiyê yên taybet bi kar tîne û Enqere dikare rê li pêşiya penaberan bigire.

Serokwezîrê parlemana Yewnanistanê Kyriakos Mitsotakis got divê Tirkiye berpirsyariya xwe jî bizane. Mitsotakis got Tirkiye dikare rê li pêşiya penaberan li Deryaya Ege bigire û divê nede xuyakirin ku ji bo berjewendiyên xwe yên jeopolîtîk vê dozê derfetê ji xwe re dibîne.

Piştî hevpeymana Yekitiya Ewropayê û Tirkiyê ya sala 2016`an penaberbûna ber bi Yewnanistanê ve kêm bû û di meha Îlona derbasbûyî de beramberî 3 salên dawîn, zêdetir bû. Hevpeymana di navbera Yekitiya Ewropayê û Tirkiyê de ya sala 2016`an, têkildarî girtina rêgeha deryaya Egeyê bû.

Piştî daxuyaniyên Erdogan rêjeya penaberan zêdetir bû. Tê zanîn ku daxuyaniyên Erdogan girêdayî destekedayîna Ewropayê ji bo dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, her wiha ji aliyê darayî ve alîkariya projeyên Erdogan li herêmê bike, bû.

Tirkiyê eşkere kir ku 3.6 milyon penaberên Sûriyê li Tirkiyê ne, lê Almaniya ev yek piştrast nekir û parve kir ku hejmara penaberan kêmî derdora 2.6 milyonî ye. Ji ber gelek penaber li Sûriyê vegeriyan û hin ji wan jî ber bi Ewropayê ve çûn, her wiha hin jî Enqereyê ew neçar kir ku ber bi Idlibê ve biçin.

(eh)


Mijarên Din