Yewnanistan û Qibrisê destwerdanên Tirkiyê şermezar kirin

Duh serokên Yewnanistan û Qibrisê lêgerîna Tirkiyê ya neyasayî li rojhilatê Deryaya Spî şermezar kir û dîsa daxwaza diyalogên çareseriya li giravê kir ku ji beriya serdemê ve parçekirî ye.

Buroya serokwezîrê Yewnanistanê Kyriakos Mitsotakis piştî ku bi serokê Qibrisê Nikos Anastasiades re civiya, buroyê daxuyand ku her du serokan der barê destwerdanên Tirkiyê yên neyasayî li deryayê de, nerehetiya xwe anî zimên."

AFP`ê diyar kir ku buroyê bi daxuyaniyekê wiha diyar kir: "Her du serok daxwazên xwe der barê diyalogên çareseriya doza Qibrisê de, dîsa dubare dikin."

Tirkiyê her behsa hişyariyên Ewropayê û Amerîkayê yên der barê rawestandina lêgerîna li gazê ya li beramberî beravên Qibrisê dikir. Li ser vî esasî kifşkirina gaza li rojhilatê Deryaya Spî bû sedema nakokiyên Qibris û Tirkiyê. Tê zanîn ku Tirkiyê 2 keştiyên lêgerîna petrol û gazê şandin herêmê.

Girava Qibrisê wek beşa endama Yekitiya Ewropayê û Komara Bakurê Qibrisê ya Tirkiyê ku di zagonên navdewletî de îtîraf pê tune ye, parçekirî ye. Her wiha li aliyê bakur jî Tirkiyê di sala 1974`an de bersiva derbeya Qebarîsên Yewnanê ya bi armanca hevgirêdana Cizîrê bi Yewnanê ve hate pêkanîn, hate ragihandin.

Di Tîrmeha derbasbûyî de Qibrisê lêgerîna Tirkiyê li petrol û gaza li beramberî benderên girava parçekirî şermezar kir û wekî berdewama binpêkirinên Tirkiyê bi nav kir.

(eh)


Mijarên Din