Yewnanistan giliya peymana El-Sîrac û Erdogan rakir NY’yê

Yewnanistanê der barê peymana di navbera Lîbya û dewleta Tirk de nerazîbûna xwe ji NY’yê re eşkere kir.

Îro, Yewnanistanê careke din peymana ku di navbera dewleta Tirk û hikumeta El-Wîfaq a bi serkêşiya Fayîz El-Sîrac de hatiye îmzekirin, şermezar kir û got peymana di navbera Erdogan û El-Sîrac de gefan li aramiya herêmê dixwe.

Yewnanistanê diyar kir ku peymana Lîbya û Tirkiyê sexte ye û bi niyeta nebaş pêk hat û eşkere kir ku nerazîbûna xwe der heqê peymana deryayî ya di navbera Lîbya û Tirkiyê de pêk hatiye, rakir NY’yê.

Peymana deryayî ya ku hefteya borî parlamentoya Tirkiyê ragihandiye, nakokiyeke dirêj di navbera dewleta Tirk, Yewnanistan, Qibris û Misrê de li ser vekolîna petrol û gazê li rojhilatê Deryaya Spî, pêk anî.

Meclisa Lîbyayê, îmzekirina serokê hikumeta Terablusê Fayîz El-Sîrac a peymana bi Tirkiyê re şermezar kir û bi "îxaneta mezin" bi nav kir û hişyar kir ku artêşa nîştimanî destgirêdayî namîne.

Dîplomatekî Ewropayê berê di daxuyaniyên xwe de piştrast kiribû ku muzakereya lihevkirinê ya der barê sînorê deryayî de bandorê li tevahî berjewendiyên dewletên herêmî dike û gelek pirsan çêdike.

(fr)


Mijarên Din