​​​​​​​Yewnanistan: Dîsa Tirkiyê her hewldaneke muhtemel a diyalogê têk bir

Yewnanistanê got, dewleta Tirk careke din bi rêya kiryarên xwe çi hewldaneke muhtemel a diyalogên di navbera her du aliyan de têk bir.

Wezîrê Karên Derve yê Yewnanistanê Nikos Dendias bi rêya daxuyaniyên hevbeş bi hempîşeyê xwe yê qibrisî Nikos Christodoulides û îsraîlî Gabi Ashkenazi re got têkiliyên Yewnanistan, Qibris û Îsraîlê ji bo garantiya ewlehiya li herêmê ne.

Nikos Dendias wiha domand: "Mixabin, civînên me di bin fişarên tedbîrên nû yên derqanûnî de ji aliyê dewleta Tirk ve li dar dikevin. Di çend rojan de dewleta Tirk careke din bi rêya kiryarên xwe hewl dide îhtîmala diyaloga avaker têk bibe. Ew jî bi rêya destwerdana li herêmên ji Yenanistanê de ku lêkolînên erdhejî yên derqanûnî dike yan jî bi rêya şantajkirina serdana cîgirê serokkomarê Tirkiyê ya derqanûn ji Varosha dagirkirî re."

Dendias wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em erdnîgariyeke nû ya lihevkirinan diafirînin da ku şêweyên kevin derbas bikin û nexşeyeke nû ji herêmên me re xêz bikin. Her wiha YE û DYA’yê piştevaniya bihêz a vê yekê dike. Ji ber li ser hîmekî rewabûna navneteweyî hatiye avakirin."

(fr)


Mijarên Din