Yewnanistan bi israr e balyozê hikumeta El-Wîfaq a Lîbyayê biqewitîne

Îro wezîrê karên derve yê Yewnanistanê ragihand ku bi israr e balyozê hikumeta El-Wîfaq a Lîbyayê ji bo bersivdana îmzekirina wê ya peymana bi dewleta Tirk re, biqewitîne.

Wezîrê karên derve yê Yewnanistanê Nikos Dundias ji rojnameyekê re diyar kir ku balyozê hikumeta El-Wîfaq Mihemed Yûnis, li pêşiya wî 72 saet heye ku ji welat derkeve.

Nikos Dundias, peymana hikumeta El-Wîfaq a bi dewleta Tirk re bi "binpêkirina tund a qanûnên navneteweyî" bi nav kir.

Nikos Dundias sêşema borî gef ji bo qewitandina balyozê hikumeta El-Wîfaq a Lîbyayê ya li Atînayê bi sedema îmzekirina peymanê bi dewleta Tirk re, xwar. Dundias îro daxuyand ku Yewnanistan dixwaze çavdêriyê li ser peymanê bi dema heta înê bike, yan ew ê bibe kesekî nexwestî û ji welat derkeve."

Li aliyekî din jî dîplomatîkî Ewropayê duh eşkere kir ku wezîrên karên derve yên YE’yê îdiayên muzakereya lihevkirina di navbera dewleta Tirk û hikumeta El-Wîfaq de lêkolîn dikin û piştrast kir ku ev peyman bandorê li berjewendiyên tevahî dewletên herêmê dike.

YE’yê di daxuyaniyekê de got: "YE’yê bi Yewnanistan û Qibrisê re der barê tevgerên dawîn ên ji aliyên dewleta Tirk li rojhilatê Deryayê Spî û Deryayê Egeyê ve, garantor û piştgir e."

Peymana ku hikumeta El-Wîfaq a bi serokatiya Fayêz El-Sîrac îmze kiriye re, hêrsa Lîbya û herêmê çêkir û her wiha jî parlamentoya Lîbyayê karê ku El-Sîrac kiriye, bi îxaneta mezin bi nav kir.

(fr)


Mijarên Din