​​​​​​​Yewnanistanê bang li civaka navnetewî kir: Sînorekî ji Tirkiyê re deynin

Wezîrê Karê Derve yê Yewnanistanê Nikos Dundas got: “Dewleta Tirk êrişên xwe yên li ser Yewnanistanê zêdetir dike û hemû qanûnên navnetewî, qanûna navdewletî ya deryayan û têkiliyên bi dewletên cîran re binpê dike.”

Wezîrê Karê Derve yê Yewnanistanê Nikos Dundas li ser malpera wezareta karên derve ya Yewnanistanê wiha daxuyand: "Dewleta Tirk li rojhilatê deryaya Spî bûye sedema nearamiyê."

Nikos Dundas bal kişand ser biryara dewleta Tirk ya veguhsetina mûzexaneya Aya Sofiya ji bo mizgeftê û piştrast kir ku dewleta Tirk bi vê gavê li dijî civaka navnetewî sekinî. 

Her wiha tekez kir ku Yewnanistan bi bawarî parastina xwe ji van pêşketinan dike, hevalbendiya xwe li herêma ji deryaya Spî heta kendavê û têkiliyên stratejîk bi DYA`yê re bi xurt dike.  

Her wiha diyar kir ku meclisa wezîran a YE`yê hemû kiryarên şantajê yên dewleta Tirk şermezar kir û diyar kir ku hewlesta Athena û Ewropayê li hemberî dewleta Tirk heman helwest e.

Nikos Dundas wiha lê zêde kir: "Parastina serweriya me, tiştekî tekûz e, ji ber ku girêdayî erka me ya destûrê ye. Di vê rewşê de, qanûna navnetewî parastina mafên Yewnanistanê dike û hevalbendên me li pişt me ne."

Serokwezîrê Yewnanistanê Cryakos Mitsotakis bang li YE`yê kir ku belgeyeke cezayên giran li dijî Tirkiyê amade bike.

Cryakos Mitsotakis siyaseta dewleta Tirk a dagirkeriyê li rojhilatê deryaya Spî şermezar kir û piştrast kir ku Tirkiyê aloziya li herêmê kûrtir dike.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji beriya bi dehan salan, li ser mafên bikaranîna helberînên li deryaya Îce heta Qubirusê di navbera Yewnanistanê û dewleta Tirk de nakokî hene.

(rm)

ANHA


Mijarên Din