Yemenê ji bo rewastandina êrişên li dijî Maribê, banga civîneke navneweteyî kir

Têkildarî xetereya êrişên Hûsiyan ên li dijî parêzgeha Maribê, hikumeta Yemenê bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û Meclisa Ewlehiyê kir ku civîneke awarte li dar bixin.

Wezareta Mafên Mirovan a Yemenê bi daxuyaniyekê bang li civaka navneteweyî kir ku tedbîrên bilez bigirin da ku rê li pêşiya pêkanîna komkujiyan li dijî şênî û êlan bigirin.

Her wiha wezaretê bikaranîna zêde ya têgeha"mirovahî" ji hêla civaka navneteweyî ve li parêzgeha Hudeyde û bêdengiya wê li hemberî êrişên li dijî Maribê rexne kir. Wezaretê pişrast kir ku ev nîşaneya durûtiya eşkere ya di bikaranîn û pêkanîna qanûna navneteweyî ya mirovî û hiqûqî de ye.

Wezaretê êrişên komên Hsiyan bi moşekên balistîk li dijî parêzgeha Maribê û hedefgirtina jîngehan li gel bêdengiya desteyên navneteweyî yên têkildarî parastina mafên mirovan li cîhanê, şermezar kirin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din