Yemen hebûna dewleta Tirk li welêt red dike

Serokwezîrê Yemenê Mûîn Abdulmelik got ew hebûna baregehên leşkerî yên dewleta Tirk li welatê xwe qebûl nake û di heman demê de piştrast kir ku hevalbenda Enqereyê, Qeterê tevlihevî li Yemenê belav kir û destek da milîsên Hûsî yên alîgirên Îranê.

Mûîn ji rojnameya El-Ehram a misrî re têkildarî gotegotên li ser baregehên leşkerî yên dewleta Tirk ên li Yemenê got: "Ne cihê nîqaş û lêkolînê ye û nayê qebûlkirin."

Abdulmelik diyar kir ku helwesta Îranê ya ji bo Yemenê parçeyek ji plana berfirehkirinê ye ku dewlet û nasnameya erebî dike hedef. Her wiha da zanîn Tehran hewl dide bi hebûna xwe ya li Yemenê aramiya herêma Kendavê, Deryaya Sor û Bab Mandab tevlihev bike.

Mûîn Abdulmelik destnîşan kir ku li gorî rola Qeterê li Yemenê ne pêkan e tişta ku Qeter ji rolên wêranker li Yemenê niha pêk tîne, bê fêmkirin. Abdulmelik wiha domand: "Ji zû de Qeterê milîsên Hûsî ji aliyên çek, pere, ragihandin û têkiliyan ve piştgirî dayê û xebata tevliheviya aramiya li Yemenê kiriye. Ji aloziya Kendavê ve siyaseta Qeterê eşkere ye û piştevaniya Qeterê ji milîsên Hûsî re zelal û eşkere ye."

Abdulmelik got Qeter niha li ser lawazkirina hikumeta rewa ya li welêt û binketina kedên vegerandina dewletê, afirandina nakokiyan li hin parêzgehan, piştevanî û destpêkirina hemleyên reşkirinê dixebite.

Mûîn Abdulmelik di dawiyê de bal kişand ser ku hikumeta Yemenê ya rewa bi hebûna komên çekdar ên derveyî saziyên wê qebûl nake û çalakiyên komên girêdayî ajandeyên nenîştimanî jî qebûl nake.

(fr)


Mijarên Din