Yekîtiya Suryan: Êrîşên dagirkeriyê li ser sivîlan, gelê Suryan û Asûr xeter e

Partiya Yekîtiya Suryan destwerdana leşkerî ya Tirkiyê ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û daxuyakirin ku êrîşên dewleta dagirker li ser sivîlan, gelê Suryan, Asurî û Kildan xeterî ye. Yekîtiyê bang li Konseya Ewlehiyê kir ku destwerdanê bike û dijberiya Tirk rawestîne.

Partiya Yekîtiya Suryan destwerdana leşkerî ya Tirkiyê ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekî şermezar kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Îro 9/10/2019`an Tirkiyê dest bi pêkanîna gefên êrîşa xwe yên dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, ku ji demek dirêj ve davêtin. Ev êrîş piştî Emerîka rûyê xwe da alî, hatin pêkanîn. Di heman demê de xuyaye Neteweyên Yekbûyî û tevahî dewletên cîhanê li hemberî seknandina vê şerî bê encamp mane. Ev êrîş dê rewşa Sûriyê herî zêde aloz bike, ji ber ku dewleta Tirk yên bi navê artêşa wetenî ku ji bermahiyên komên çekdar û çeteyên tekfîrî pêkhatine dane pêşiya xwe, ew jî pêkanîna tawanên şer ên li dijî sivîlan li herêmên Sûriyê yên kirine bin desthilatdariya xwe encam didin. Ev yek jî li ser giştî sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nav de gelê Suryan Aşorî û Kildan jî, xeteriyeke mezin e.

Em Partiya Yekîtiya Suryan, bi tundî vê destwerdana leşkerî ya Tirkiyê şermezar dikin û wek destwedanekî faşîst ser xaka Sûriyê bi nav dikin. Herwiha bê encammayîna Civaka Navnetewî jî ku nikare vê şerî rawestîne şermezar dikin. Di paş vê êrîşê rejîma Tirkiyê de pir armancên veşartî ya wê hene, ku îbade û ji navbirina gelên herêmê bi hemû pêkhateyên wê yên netewî û olî, herwiha guhertina demografiya herêmê jî ji wan armancan in, ji bilî kiryarên koçberkirin, kuştin û ji nûve jiyankirina DAIŞ`ê û fikirê wê ku li ser destên Hêzên Sûriya Demokratîk li tevahiya herêmên Rojhilatê Firatê ji aliyê leşkerî ve hatiye ji nav birin, pêk bîne.

Li hember vê rewşê em bang li giştî gelê me dikin li dijî dagirkeriya Tirk li ber xwe bidin û parastina xaka me bikin, em ê li dawiyê serbikevin, ji ber ku îradeya gelê me ji her destdirêj û dagirkerekî bihêztir e. Herwiha em bang li Meclîsa Ewlehiyê dikin ji ber giringiyê destwerdanê bikin û vê dijberiya Tirkî rawestîne û kar li ser agirbestekê li ser tevahiya xaka Sûriyê bike û ji bo çareseriyeke siyasî rewa ji tevahî Sûriyan re tev bigere , ku wek tekane rêya çareseriyê ji aloziya Sûriyê re ye

(rr)

ANHA


Mijarên Din