Yekîtiya Rewşenbîran a Serêkaniyê pêşbirêka bîranînan li dar xist

Yekîtiya Rewşenbîran a Serêkaniyê pêşbirka bîranînan li ser asta bajêr li dar xist. Nivîskar û helbestvanên ku pile standîn xelat kirin.

HESEKÊ

Bi armanca teşwîqkirina nivîskar û helbestvanan da ku berhemên xwe yên wêjeyî derbirînin û aktîvkirina tevgera çandî li bajêr, îro Yekîtiya Rewşenbîran a bajarê Serêkaniyê pêşbirka bîranînan li ser asta bajêr li dar xist. Gelek nivîskar û helbestvan beşdarî pêşbirkê bûn.

Her wiha endamên Yekîtiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê û şaxê navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo, endamên Yekîtiya Rewşenbîrên kantona Efrînê û Minbicê beşdarî pêşbirkê bûn.

Pêşbirk bi deqeyek rêzgirtin destpê kir, piştre beşdaran berhemên xwe bi zimanên Erebî û Kurdî vegotin. Paşê komîteya amadekar berhemên beşdaran nirxandin û li gorî wê helbestvan Weid Mihemed Fetas bi pleya yekemîn, Eyûb Selahdîn bi pleya duemîn û Fedîle Mistefa Remo bi pleya sêyemîn bi ser ketin.

Girêdayî mijarê endama Rêveber a Yekîtiya Rewşenbîran a Serêkaniyê Anahîta Sîno tekez kir ku armanca sereke ya pêşbirkê teşwîqkirina vê cureyê ji wêjeyê ye û çalakkirina tevgera çandî di navbera kesên xwedî behre de ye.

(şx)

ANHA


Mijarên Din